Li Bexdadê jî jimartina destî dest pê kir

Li bajarê Bexdadê paytexta Êraqê jî jimartina destî dest pê kir.

Li bajarê Bexdadê jî, li ser daxwaza aliyên gilîkirî û parlemana Êraqê, îro roja duşemê 9-7-2018`an, dest bi jimartina destî kirin.

Jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê jimartina destî li gelek parêzgehên din ên Êraqê dest pê bike, lê îro wê ji Bexdadê dest pê bike û ji vê sibê ve bi awayekî fermî li wan bingehên ku gilî li ser hene dest bi jimartinan kirin.

PUKmedia

9/7/2018 14:27:00