General Votel li Minbicê Ye

General Joseph Votel, Qumandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) îro çû bajarê Minbicê û ligel karbidestên sîvîl û leşkerî yên xwecîhî kom bû.

Berdevkê Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê Kolonel Sean Ryan dîyar kiribû ku hêzên Amerîka û Tirkîyê li dora Minbicê ji hevdu cihê digerin.

Wî dabû zanîn ku ewê leşkerên Tirk nekevin hindurê wî bajarî.

Votel herwiha li nav kolanên bajêrê Munbicê jî gerîya û li gel rûniştvanên bajêr danûstandin kir û rewşa heyî pirsî.

   Mahmud Balî

PUKmedia-VOA

21/6/2018 17:20:00