Teqîn li navenda Bazirganî li Bogote
Li paytexta Kolombiya,Bogote roja şemiyê 17-6-2017`an di encama teqîna bombeyekê li navenda Bazirganiyê herî kêm 3`kesan jiyana xwe ji dest dan û 11`kesên din jî birîndar ketin.
Li gorî agahiyê jêderan ku di nêzîkî demjimêr 17:00 de teqîn li navendê bazirganiyê pêkhat. Her weha jî di wê barêde serok Xiwan Menwêl Sentos fermanek ji serkarê polîsan re ji bo lêkolînê li ser vê bûyerê û zanîna sedema wê teqînê,derkir û sersaxî ji malbata qurbaniyan re kir.
PUKmedia/Ajansan
18/6/2017 09:34:00