Danîmarka Ramî Ebdurihman xelat kir

Rojnameya Politikîn ya Danîmarkayê Ramî Ebdurihman xelat kir.

Rojnameya Politikîn ya Danîmarkayê, xelata xwe ya giranbuha bi navê (Nirxê Azadiyê) pêşkeş bi rêveberê Rêxistina Rewanga ya mafên mirovan ê Sûrî kir.

Ji bo rêzgirtin li rola wî ya di şopandina karûbarên Sûrî de, di demekê de ku ti şopandinên rojnamegerî li wî welatî bi azadî naye dîtin û rê pê naye dayîn, wê rêxistinê bi awayekî pir li ber çavan ji aliyê Rojnameya Politikîn ve hate nirxandin û di encamê de, serokê wê Ramî Ebdurihman xelat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku rêveberê Rewangeya Mafên Mirovan Ramî Ebdurihman, di sala 2000`an de, ji Sûriye derket û ber bi Birîtaniyayê ve birêket û li wir dikarî Rêxistina Rewange ya Mafên Mirovan a Sûrî damezrênê û li ser kar û barê li bizava Sûrî ji aliyên opozisyon û rêjîmê, karekî pir mezin û li berçavan encam da û ziyan û hejmara kuştî û şehîdên wî welatî rojane dişpand û ji raya giştî re dida ragihandin.

PUKmedia-Macid Mistefa

15/1/2017 18:37:00