Jandarmayên Tirk welatiyekî Rojava îşkence kirin û kuştin

Jandarmayên Tirk li ser sînorê Serêkaniyê heya mirinê li welatiyekî Kurd dan.

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku welatiyê Rojava Ebdila S.Q dema ku dixwest ji Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê jandarmayên Tirkiyê ve hate îşkencekirin û bi awayekî hov hate kuştin.

Asayîşê da zanîn ku piştî lêkolîn hatin kirin, derket holê ku welatiyê Rojava hatiye îşkencekirin û bi amûrekî hişk lê hatiye xistin û ji ber xwînherikîna di hundirê laşê wî de jiyana xwe jidest daye.

Asayîşê piştî ku termê Ebdila dît, rakir nexweşxaneya Roj û ji ber gelek îşkence lê haiye kirin, satewexta mirina wî diyar nebû.  

PUKmedia

21/9/2015 15:06:00