Li Efrînê ezmûnên zimanê Kurdî

Li Kantona Efrînê ezmûnên di sê astên ziman de roja Şemiyê 06.06.2015`an de hatin lidarxistin.

Hejmara tevlîbûna xwendekaran; asta yekemîn 225, asta duyemîn 88 û asta sêyemîn jî 25. Komîteya ezmûna hem ezmûna xwendinê û hem jî ya nivîskî pêkanîn û encam jî dê di hefteya bê de eşkere bibin.

Piraniya ji van xwendekaran wê di nava pergala perwerdeyê de cih bigirin û perwerdeya xwe bidomînin.

PUKmedia

7/6/2015 08:53:00