YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin

Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22
Dara Xeylanî li gel Konsulê Giştî yê Hindistanê PUKMEDIA

Dara Xeylanî li gel Konsulê Giştî yê Hindistanê

YNK

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dara Xeylanî ligel Şêwirmendê Buroya Pêwendiyan li Hewlêrê Kameran Mela Ebdullah, pêşwazî li Madan Gopal Konsulê Giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir.

Parlamentoyeke bi bandor pirsgirêkan çareser dike

Di civînê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser giringî û pêwîstiya hilbijartinên pak û dadmend ji bo çareseriya dawîn a pirsgirêkên  hilawîstî hat kirin û Dara Xeylanî helwesta YNKê jî şirove kir û got:  “YNK amadeye û pabende bi muhleta ku ji aliyê serokomar ve hatiye diyarkirin ji bo lidarxistina hilbijartinên paqij û dadperwerane û bê destwerdan.’’

“Parlamentoya Kurdistanê ya bibandor dikare bêyî ku vegere Bexdayê, rê li ber çareserkirina pirsgirêkan veke , pêwîste hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bên lidarxistin, ji bo pêkanîna rêveberiyeke saxlem, vegerandina baweriyê bi hemû aliyan, pêşxistina demokrasiyê li herêmê û xizmetkirina zêdetir ji bo tevahiya gelê Kurd." Xeylanî got

Konsulê Hindistanê pesnê Qubad Talebanî dide

Her du alî hevdeng bûn ku demokrasî tenê bi hilbijartinan pêk tê û gel û hilbijartin tekane rêya nirxandina partiyan ji aliyê welatiyan û derbaskirina qeyranê ye.

Konsulê giştî yê Hindistanê li Herêma Kurdistanê destxweşî li cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî kir ji bo dîtina wî û kar û xebatên wî, bi taybetî di warê bikaranîna teknolojiyê ji bo karûbarên hikûmetê û handana wan kesên ku xwediyê bîr û ramanên nû yên bazirganiyê ne û kariye piştgiriya  wan bike û kar biafirîne. Derfetên ji bo ciwanên ku bingeha civakeke pêşkeftî ne.Madan Gopal jî kêfxweşiya xwe nîşan da û hêvî xwest ku ev peywendiyên han berdewam bin û li ser mijarên hevbeş ên di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de gotûbêj bên kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket