Serok Bafil: Em pabend in ku hilbijartin di roja diyarkirî de bên lidarxistin
Kurdistan 11:56 AM - 2024-04-07serok Bafil û Balyoza Amerîka li Êraqê Elena Romanowski
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil
Celal Talebanî li Bexdadê li gel Balyoza Amerîka li Êraqê Elena Romanowski
civiya.
Her li vê hevdîtinê de her du alî pêşhatên dawî
yên siyasî, aborî û ewlehî gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya hemahengî û
hevkariya zêdetir di navbera hêz û aliyên siyasî de bi armanca derbaskirina
pirsgirêkan û parastina aramiya welat kirin.
Herweha pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê,
dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê û dosyaya hilbijartinan hatin gotûbêjkirin
û di vê derbarê de Serok Bafil Celal Talebanî got: Ji destpêkê ve hewlên
Yekîtiya Nîştimanî bo parastina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê bû û bi
nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û di dawiyê de jî bi hewldana serokwezîr
û dadgehê federal û dostên Kurdan vê pirsgirêkê çareser kirin.
Got jî: Yek ji karên pêşîn ên xebata me
dabînkirina jîyaneke bi rûmet ji bo gelê me ye, emê hemû hewlên xwe di vî warî
de bidin û em hêvîdar in ku hemû alî bi heman ruhî kar bikin ji bo
bidestxistina armancên bilind.
Di derbarê hilbijartinên Parlementoya
Kurdistanê de jî Serok Bafil Celal Talebanî got: Em rêzê li biryaran digirin û
rijd in li ser lidarxistina helbijartinan di roja diyarkirî de û em dixwazin
prose bi awayeke şefaf û paqij birêve biçe û daxwazên hemû aliyan bicih bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20