Helwesta me neguheriye û divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
Kurdistan 07:00 PM - 2024-04-02Logoya YNKê
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Sêşemê bi serokatiya Seroke YNKê Bafil Celal Talebanî civînek ji bo gotûbêjkirina hilbijartinan û amadekariyên hilbijartinan li gorî bernameya xwe lidar xist û ragihand:’’ “Em pabend in bi muhleta ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan diyar kiriye. Nûkirina saziyên destûrî yên weke parlamento û hikûmetê dê bi dengdana giştî be.’’
Daxuyaniya Mekteba Siyasî
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bin serokatiya rêheval Bafil Celal Talebanî Serokê YNKê de civiya.Di cîvînê de prensîba YNKê dupat kir ku ew li gel wê yekê ne ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema diyarkirî de (10-6-2024) bên lidarxistin.
Di civîna ku îro 2-4-ê li Dabaşanê ji bo gotûbêjkirina amadekarî û bernameya dawî ya Mekteba Hilbijartinê ya YNKê hat lidarxistin, hevalan bi giştî li ser pabendbûna hemû aliyan li ser muhleta ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de hevbîr bûn û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê amadekariyên pêwîst kirine.
Civîna Mekteba Siyasî ji ber xema parastina statuya herêmê û ezmûna demokratîk a Kurdistanê ku xewna kevnar a gelê me ye û têkoşîneke bê rawestan e, birêveçû.Di civîna Mekteba Siyasî ya YNKê de tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên azad û demokratîk yek ji îşaretên bingehîn ên proseyê ye û tekez li ser wê yekê kir ku nûkirina saziyên destûrî yên weke parlamento û hikûmetê dê bi dengdana giştî dibe û rewatiya nûneratiya gelê me bo parastina maf û jiyana welatiyan bi heman awayî bê dabînkirin.
Mekteba Siyasî ya YNKê tekez kir, ku îro daxwaza welatiyan ji bo mûçe û bûdceyê ji bo dewlemendî û vejînê ye, tenê bi rêya parlamento û hikûmeteke nû ku bikare li ser mafên destûrî yên Kurdistanê û mafên darayî yên gelê me tekez bike, tê kirin û divê bi awayekî adil û wêrek muzakere bikin.
Beşek ji civînê ji bo nirxandina serdana dawî ya dîplomatîk a Serok Bafil û şanda bilind a YNK'ê ya ji bo Rûsyaya Federal û hevdîtinên wî yên li Rûsyayê hat terxankirin.Civîna Mekteba Siyasî serdanê,bo Moskova paytexta wî welatî, bi awayekî serkeftî û avaker wesif kir ku dê bibe sedema pêşxistina peywendiyên navbera YNK û Rûsyayê û zêdetir pêşxistina dostaniya ligel Kurdistanê nirxandin.
Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
2/04/2024
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20