Komisyon jimare dide list û namzedên hilbijartinê
Kurdistan 10:53 AM - 2024-04-01Parlementa û logoya Komisyonê bilind a serbixwe ya hilbijartinan
Dema
tomarkirina namzedan bi dawî bû û 10 partî û du hevpeymanan navên namzedên xwe
pêşkêşî komîsyonê kirine, ji bilî 54 namzedên serbixwe navên xwe tomar kirine,
hefteya bê hejmara wê bi lîste û namzedan were ragihandin.
Berdevka
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê Cumane Xelayî ji malpera
fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Şeva borî demjimêr
12ê şev dema tomarkirina namzedên partiyan û namzedên serbixwe bi dawî bû û du
hevpeymanî, 10 partî û 54 namzedên serbixwe navê xwe tomar kirin.
Lîsteya
partiyan dê di 6ê Nîsana 2024an de ji hejmara 101ê dest pê bike. Komîsyon
xebatên xwe didomîne û pabendî nexşerêya proseya hilbijartinan di dema xwe de
ye û serxwebûna xwe di navbera partî û hevpeymanan de li gorî yasayê parastiyebiryarên
karên hilbijartinên rûniştina şeşem a Parlamentoya Kurdistanê cîbicî bike.
Her weha berdevka Komisyonê tekez kir ku komsyona hilbijartinên di kar û
xebatên xwe de berdewam e û li ser dema lidarxistina hilbijartinan de pabende,
tekez jî kir ku komisyon bi zelalî û paqijî û bi bê alîbûn kar dike.
Yekîtiya
Niştimanî lîstê namzedên xwe pêşkêş kir
Di nav deh
partiyên ku lîsteyên xwe yên namzedan pêşkêşî Komisyonê kirine, Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê jî heye.
Berpirsê
Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar El-Hec Heme di
daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Roja yekşemê me bi fermî lîsteyên
namzedên xwe di nav sînorên hemû bazneyên hilbijartinan (Silêmanî, Hewlêr, Duhok,
Helebce pêşkêş kirin) pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir
û bi vê yekê me hemû amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinan temam kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19