Qubad Talebanî: Yekîtî dixwaze hilbijartinên zelal û paqij bên lidarxistin
Kurdistan 12:08 PM - 2024-03-31Serpereştiyarê Ofîsa Sekretariya Mam Celal Qubad Talebanî li encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Serpereştiyarê
Ofîsa Sekretariya Mam Celal, Qubad Talebanî serdana avahiya Encumena Parastina
Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û li gel berpirsê
Encumenê Şêx Cefer Şêx Mistefa civiya.
Di
hevdîtinê de Qubad Talebanî li gel Şêx Cefer Şêx Mistefa rewşa navxwe ya
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û guhertinên ku li gor biryarên Kongireya
Pêncemîn di nava rêzên Yekîtî de rû dane gotûbêj kir.
Herweha
behsa hilbijartinên dahatî yên Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin û di vê
derbarê de Qubad Talebanî got: Yekîtiya Niştimanî hemû amadekariyên xwe ji bo
hilbijartinan kiriye û tekez jî li ser wê yekê kir ku Yekîtî dixwaze hilbijartinên
dadperwerane bi awayekî şefaf û zelal
birêve biçe ku li ser astê daxwaz û pesindana welatiyan û aliyên çavdêriya
navxweyî û navdewletî be.
Berpirsê
Sekretariya Serok Mam Celal tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyên
siyasî hestiyariya qonaxê û giringiya lidarxistina hilbijartinan berçav bigrin,
ji ber ku zêdetir paşxistina wan hilbijartinan ziyanê digihîne Herêma
Kurdistanê.
Di beşeke
din ya civînê de behsa dosyaya mûçe hat kirin û her du alî tekez li ser wê yekê
kirin ku hemû hewlên xwe bo çareser kirina vê kêşeyê bi awayekî tund li gel
hikûmeta federalî bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20