Li Hewlêrê mûçe hatin desteserkirin û li Silêmaniyê jî xwepêşandan tên lidarxistin
Kurdistan 06:20 PM - 2024-03-25Meaşên karmendan
Xebatên YNK’ê yên ji bo berjewendiya mûçeyên karkeran û vegerandina mafên wan berdewame, li ser parastina mafên mamosta û karmendan li Herêma Kurdistanê siyaseteke bê guhertin ya YNK heye. Hewldanên pûç ên her aliyek ji bo berevajîkirina rastiyan bandor nake li ser YNKê.Li Hewlêrê mûçe hatiye rawestandin û li Silêmaniyê jî xwepêşandan tên lidarxistin.
Jêderekî ji YNKê ji PUKMEDIA re ragihand: "Serok Bafil Celal Talebanî û tîma YNKê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, bi awayekî gelek vekirî û bi baldarî hewlên xwe zêde kirine ji bo Çareseriya radîkal ji bo pirsgirêkên mûçeyên fermanberên herêmê, hewla dawîn ya Duh fraksiyona YNKê û tîma YNKê li gel serokwezîrê Hikumeta Federal civiyan, lê îro partiyek siyasî li Silêmaniyê sûdmend bû nemana xwepêşandanên mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê û bi rêya kadroyên xwe hewlên ji bo xapandinê û we rastiyan berovajî dikin. ”
Çavkaniya YNKê ragihand :"Em dixwazin ji hemû Kurdistaniyan re bêjin ku her çend siyaseta YNKê ji bo parastina mafên mamosta û karmendan li Herêma Kurdistanê neguheriye, mûçeyên karmendan li Hewlêrê ji aliyê tîma PDKê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye desteserkirin, ne ku li Silêmaniyê.”
Pere heye û bi biryara siyasî mûçe ji Hewlêrê nayê parvekirin
Li gor zanyariyên PUKMEDIA, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di van mehên borî de kêmasiya mûçe bi pereyên Bexdayê tijî kiriye.Nêzîkî 1 trîlyon dînar ji dahata navxweyî di sê mehên borî de hatiye, ji bilî 1.226 trîlyon dînar ji Bexdayê di sê mehên yekem ên îsal de, bi giştî zêdetirî 2.2 trîlyon dînar e, ku tenê 949 milyar dînar ji bo mehekê xerc kirine bo meaş .
Çavkaniyê han eşkere kir ku pêwîste hemû alî li gel karmend û mamostayan zextê li ser tîma PDK li hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin daku biryarê li ser parvekirina miaş li Hewlêrê bidin,her aliyek ku bixwaze senaryoyek din çêbike bêguman rastiyan dixapîne û xizmeta wê partiyê dike ku ji bo mebestên siyasî mûçeyên karmendan girtiye.
Her çendî çarenivîsa mûçeyên meha Çiriya Pêşîn, Çiriya Paşîn û Kanûna Pêşîn a sala borî ne diyar e, lê di sê mehên derbasbûyî yên îsal de, hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê mûçeyê mehekê parve kiriye û pere jî ji bo parvekirina mûçeyê meha Sibatê heye û ji ber lîstika siyasî ya ekîba PDK'ê ya di nava hikûmetê de belavkirin jî hatiye rawestandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19