YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên di dema xwe de bên kirin
Kurdistan 05:15 PM - 2024-03-19Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî civînek li dar xist û bi daxuyaniyekê ragihand ku divê hilbijartin di dema xwe de û bê paşxistin bên kirin.
Li gor daxuyaniya Mekteba Siyasî, YNKê li hemû deveran amadekariyên xwe yên temam ji bo hilbijartinên 10ê Hezîrana 2024an kiriye û got:“Ji ber çi sedemê dibe bila bibe nelirêxistina hilbijartinan di pêvajoya demokratîk de paşveçûnek e û di encamê de rewabûna saziyên herêmê dixe nava pirsê. Tekez dikin ku parastina saziya me ji gef û metirsiyan, tenê bi vegera li raya xelkê û hilbijartina parlemanî ya paqij e.’’
Teksta daxuyaniya civîna Mekteba Siyasî
Serok Bafil Celal Talebanî serpereştiya civîna Mekteba Siyasî kir ji bo gotûbêjkirina amadekariyên dawî yên YNKê li hemû navçeyên Silêmaniyê, Hewlêr, Duhok û Helebceyê ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoya Herêma Kurdistanê ku biryare di 10-6-2024an de bên kirin.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pêwîstiya bilez bi dabeşkirina mûçeyan ji bo jiyan û refaha gelê Kurd heye.
Civîna Mekteba Siyasî ya ku îro (19-3-2024) li Dabaşanê hat lidarxistin, bi bîr xist ku amadehiya demdirêj ya YNKê a ji bo hilbijartinan, tekezî li ser helwesta neguhertî ya wê yekê kir ku hilbijartin di dema xwe de û bê paşxistin were kirin. Weke yekane rêya rast û rewa ya nûkirina pêvajoya demokratîk û rewabûna rêveberiyê li welatê me.
Civîn di wê baweriyê de ye ku nelirêxistina hilbijartinan di dema xwe de, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, paşveçûneke di proseya demokrasiyê de ye û di dawiyê de jî rewabûna saziyên herêmê pirsyar dike. Her wiha tekez kir ku, parastina saziya me ji gef û metirsiyan, tenê bi rêya vegera bo raya xelkê û destnîşankirina nûnerên wan di hilbijartinên parlemanî yên paqij de ye, ku nêrîna hemû hêz û aliyan têde be, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Herêm û Bexdayê de , bi taybetî pirsa mûçe û refaha xelkê.
Di civîna Mekteba Siyasî de her wiha li ser wê yekê jî helwest nîşan da ku ezmûna zêdetir ji sê dehsalan a Kurdistana azad bi qurbanîdana gelê Kurd hatiye bidestxistin û divê bi veguhestina demokratîk a desthilatê were parastin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20