Serok Bafil: Divê her kes li hember debara welatiyan berpirs be
Kurdistan 07:23 PM - 2024-03-16Bafil Celal Talabanî û Jan Brem
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistana Iraqê Jan Brem kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pabendbûna bi destûr û rêkeftinên siyasî kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî xema YNKê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina encameke erênî ji bo hemû aliyan anî ziman.Wî bal kişand ser pirsgirêkan û got ku divê jiyana gel û aramiya welat bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, divê her kes li hember jiyan û refaha welatiyan berpirsyar be û hewl jî di çarçoveya bidestxistina pêşerojeke aramtir de be ,ne kûrkirina nakokiyan, xebat bên kirin.
Di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê û birêveçûna proseyê jî Serok Bafil got ku ev hilbijartin dê cudatir û demokratîktir be û her kes nûnerên xwe yên rasteqîne hilbijêre û ev jî destpêkeke girînge ji bo guhertina awayê desthilatdariyê û bihêzkirina Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20