Şêx Cefer: Pêşmerge garantorê parastina destkeftên gelê kurd e
Kurdistan 04:21 PM - 2024-03-06Cefer Şêx Mistefa li gel beşek ji hêzên Pêşmerge dicive
Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa got;"Firqeya duyemîn a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û parçeyên bi vî rengî navika avakirina Artêşa Yekgirtû ya Kurdistanê ne û Pêşmerge garantiya parastina destkeftên gelê kurd e."
Di hevdîtinê de li gel Fermandarê Firqeya 2 ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hejmarek ji efserên pilebilind ên wê firqeyê ku li Silêmaniyê pêk hatiye, Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ev daxuyanî da.
Di hevdîtinê de, Şêx Cefer kar û erkên Firqeya 2 ku navika avakirina artêşa Pêşmergeyên Kurdistanê ye, bilind nirxand ,pîrozbahî û pesna birêvebirina kar û baran kir.
Di beşeke din ya civînê de Serokê Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind amaje bi giringiya hebûna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Parastina xak, gel û destkeftên gelê Kurd û dabînkirina pêşeroja vî gelî bi xwerêxistinkirin, amadebûna berdewam û şopandina dîsîplîna leşkerî û rêbazên pêşketî yên zanistên leşkerî di hemû qonaxên pêkanîna erkê de kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19