Ziad Cebar: Giliyê me destûrî ye û dê dengê xelkê bê parastin
Kurdistan 04:12 PM - 2024-02-21Dadgeha Bilind a Federal
Ziad Cebar, endamê serkirdayetî û serokê fraksiyona YNKê di rûniştina pêncem a parlamentoya Kurdistanê de, li dijî madeyên (1-9-15-22-36) yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gilî li Dadgeha Bilind a Federalî tomar kiribû. Qanûn "Giliya me li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal e û armanca me lidarxistina hilbijartinên adil li Kurdistanê ye, lewma me soz da gel ku dengên wan bên parastin."
Her wiha got: YNK hertim ji bo hilbijartinan amade ye û beriya biryara Dadgeha Federalî jî bi rêya berdevkê xwe me got ku biryarên Dadgeha Federalî biryarên baş bûn û civak jî xelkên xwecihî yên vî welatî ne.
…
Îro Dadgeha Federal a Îraqê biryarên xwe yên derbarê dosyayên yasaya hilbijartinan û dahatên Herêma Kurdistanê eşkere kirin ji wan biryar da ku Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrolê û xeynî petrolê radestî Bexdayê bike û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî bêyî ku wekî deyn were hesibandin bê dayîn.
Her wiha biryar da ku Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bê şert û merc dabîn bike û budceya ku hatiye terxankirin jî wekî deyn neyê hesibandin.
Li aliyê din Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar da ku kotaya 11 kursiyên ku ji bo Tirkmen û Xirîstiyanan di Parlamentoya Kurdistanê de hatiye veqetandin, ne destûrî ye.
Li Kurdistanê berê tenê herêmeke hilbijatinê hebû, dadgehê biryar dakî bibe 4 herêmên hilbijartinê.
Herwiha dadgehê biryar da ku 11 kursiyên ji bo kotayan hatine veqetandin nedestûrî ne.Li gorî vê biryarê hejmara parlamenterên Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan daket 100î.
Dadgehê herwiha biryar da ku hilbijartinên Kurdistanê li şûna Komîsyona Serbixwe ya Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ve were kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19