Dadgeha Federal ji bo nirxandina giliya Yekîtî dicive
Êraq 10:46 AM - 2024-02-21Dadgeha Federal
Biryare îro Çarşemê,
Dadgeha Bilind a Federalî rûniştina xwe ji bo nirxandina giliya ku Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê tomar
kiriye, li dar bixe.
Ev doz ji aliyê Ziyad
Cebbar Mihemed û Amanc Necîb Şemûn ve hatiye vekirin û daxwaza derxistina
biryarekê li ser nedestûrîbûna bendên (1, 9, 15, 22, û 36) yên qanûna hejmar
(1) ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kiriye.
Yekîtiya Niştimanî li
benda biryara dadgehê ye
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihand: Heya niha ti biryarek
bo paşvekêşana giliya ku li Dadgeha Federalî li dijî yasaya hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê hatiye tomarkirin nîne û paşxistina biryarê li ser vê giliyê
jî li suca Yekîtî ye.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê ev giliya tomar kir daku kêmîneyên li Herêma Kurdistanê nûnerên
xwe yên rasteqîne hilbijêrin û ji aliyê ti aliyek siyasî ve neyên bi kar anîn û
em li bendê ne ku dadgeha federal biryara guncaw li ser vê giliyê bide û em rêzê
li her biryarek ku ji hêla Dadgeha Federal were dayîn ve digrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19