YNKê ji bo hilbijartinan her dem amede ye
Kurdistan 09:00 PM - 2024-02-19Ragihandin
YNKê ti carî ji hilbijartinan netirse û ev demeke dirêj e xwe ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade kiriye, weke Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn û Dûzxurmatû li hêviya sosretan bin.
Desteya Ragihandina YNKê ragihand: îdiayên ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dixwaze hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were paşxistin rast nînin, ev demeke dirêje Yekîtî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ye.’’
“Di çend rojên derbasbûyî de me bi hinceta paşxistina rûniştina Dadgeha Federalî ya ji bo guhertina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, bi awayeke qestî ji aliyê kanalên fermî û nefermî yên hinek aliyan ve me şopand ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hatiye armanckirin. Ew îdia dikin ku Yekîtiya Niştîmanî ji hilbijartinan ditirse û hewl dide proseyê paşde bixe û derbarê belavkirina van nûçeyan de, em ji kesên ku xeyalên xwe tenê li ser nûçeyên derew ava dikin re radigihînin:
Dema ku Yekîtiya Niştimanî daxwaza derxistina xala yasayî ya girêdayî Kerkûkê di yasaya hilbijartinên encumenên parêzgehan de dikir, daku mafê welatiyên Kerkûkê bi taybet dengderên kurd hebe ku beşdarî hilbijartinan bibin, heman tişt digotin, ew niha îdia dikin ku, Yekîtiya Niştimanî daxwaza serrastkirina vê xalê dike ji ber ku ji niha ve ditirse ji kêmbûna dengên xwe û bidestxistina dengan ji bo kursiyan û nexwestin hilbijartinên encumenên parêzgehan bên kirin, lê di dawiyê de hemû hewlên wan îflas kirin, ji ber vê yekê em careke din ji we re dibêjin ku dem ji bo kampanyaya hilbijartinan maye û xwe bi van mezrayan û belavkirina nûçeyên sexte bêzar nekin, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî ji bo hilbijartinan amadeye ev demeke dirêj e ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wekû li hilbijartinên Kerkûk, Nînowa, Xaneqîn û Tûzxurmatû hat amadebû û vê care jî li benda surprîzê bin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19