Şanaz Îbrahîm Ehmed û Teymûr Enfal li hev civiyan
Kurdistan 08:48 PM - 2024-02-19Xanim Şanaz û Teymûr Enfal
Xanima Yekem a Iraqê Şanaz Ibrahîm Ehmed pêşwaziya yekane rizgarbûyê gorên komî yên Enfalê kir û behsa pêngavên veşartina termên pîroz ên qurbaniyên Enfalê kir.
Di wê hevdîtinê de ku roja Duşemî 19.02.2024 li ofîsa taybet a xanima yekem li Silêmaniyê hat lidarxistin, Teymûr Enfal spasiya xanim Şenazî kir ku li ser vê dosyaya giring bo wergirtina termên qurbaniyên Enfalê dest bi kar kiriye û got ku ew dixwaze alîkariya we bike da ku doz bigihîje encamekê.
Di vê navberê de Teymûrî Enfal berhevkirina nimûneyên xwînê ji xizmên qurbaniyên Enfalê ji bo testa DNA weke gaveke girîng bi nav kir.
Di hevdîtinê de Şanaz Xanim jê re got ku tu gumana wê tune ku ew diêşe weke rizgarbûyek gora bi komî, we dît ku tu kes nikare tehemûlê wê bike û hîn jî hûn li ser vê mijarê xemgînin, nemaze ku termên xizm û hezkiriyên we tê de hene.
Xanima yekem a Iraqê soz da ku termên qurbaniyan bişîne bajarokên wan li Germiyanê û yên din jî bo Teqtaq, Koye û navçeyên din, daku xizmên qurbaniyên Enfalê li gel termên hezkiriyên xwe bên cem hev.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ev hemahengî dê piştî merasîma veşartinê jî berdewam be û ji bo kolandina gorên din ên komî di pê şerojê de û xanim Şanaz daxwaz ji desthilata Teymûrî Enfal kir ku ji destpêkê heta bi dawî hatina hemû qonaxan çavdêriya kar bikin wek belgeyeke zindî ya karesatê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19