Berdevk: YNK giliyê xwe paşve nakişîne
Kurdistan 10:07 PM - 2024-02-17Saadî Ehmed Pîre
Dadgeha Federalî dê sibê 18-2-2024 li ser giliya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser guhertina yasaya hilbijartinan careke din bicive. Berdevkê YNKê di hevpeyvîneke ligel PUKMEDIA de got: “Ti biryarek der barê şikayeta YNK’ê ji Dadgeha Bilind a Federal vekişe nine û YNK’ê jî doz yasayî kiriye.’’
Berdevkê YNKê: Em rêzê li biryara dadgehê digirin
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ragihand:“Heya niha ti biryarek ji bo paşvekişandina şikayeta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Dadgeha Bilind a Federalî li ser yasaya hilbijartinan nehatiye dayîn û derengxistina biryarê li ser şikayetê ne sûcê YNKê ye.’’
Berdevkê YNKê got: "YNKê gilîname yasayî kiriye daku herî dawî Pêkhat nûnerên xwe yên resen di helbijêrin û parlamentoyê de hebin û nebin destê ti aliyekî siyasî. Her aliyek li dijî vê daxwazê ye û dizanin ku dengên wan dê kêm bibin. Divê Dadgeha Federalî vê daxwazê bide aliyekî û em rêzê li biryarê digirin."
Rûniştin gelek caran hat taloqkirin
Ew gilî li ser pênc madeyên yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ye, ku ji aliyê Ziyad Cebar, Serokê Fraksiyona YNKê ve di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de li ser madeyên (1-9-15-22-36) ya Yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye tomarkirin. Dadgeha Federalî ji bo guhdarîkirina giliya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li dijî yasaya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê gelek caran navber da.
YNK jî dixwaze qanûna Encumena Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê ku di sala 1992an de ji aliyê Eniya Kurdistanê ve hatibû derxistin, ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê bikar bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19