Mertala Nexweşxaneya Hîwa pêşkêşî xanima yekem a Iraqê kirin
Kurdistan 10:49 AM - 2024-02-16Merasîma Roja Cîhanî ya Penceşêra Zarokan
Duh pênşemî Xanima Yekema Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed beşdarî merasîma Roja Cîhanî ya Penceşêrê ya Zarokan bû ku ji aliyê Rêxistina Parastina Zarokan - Kurdistanê ve li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de ku bi amadebûna Dr.Rehêl Ferîdûn Şêwirmendê Wezareta Tendirustiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa armanca dermankirin û pêdawîstiyên pizîşkî ji bo nexweşên penceşêrê yên zarokan ji bo yekkirina xizmetguzariyên saxlemiyê yên ku ji wan re di hemû dezgehên saxlemiyê de tên pêşkêşkirin, herwiha başkirina jêrxanê û dabînkirina asankariyên nexweşan û serdana welatiyan hate kirin.
Xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed rola Rêxistina Parastina Zarokan - Kurdistanê di peydakirina çareseriya pizîşkî ji bo nexweşên penceşêrê, bi taybetî ji bo malbatên ku dahata wan kêm e, bilind nirxand û tekez li ser giringiya belavkirina çanda nehiştina nexweşiyan, pêkanîna muayeneyên demkî û zû, û perwerdekirina welatiyan kir li ser xeteriyên wan.
Xanima Yekem her wiha guhdariya çîrokên hejmarek ji wan zarokan kir ku tevî temenê xwe yê biçûk bi wêrekî û îrade û bi hevkariya rêxistin û saziyên pizîşkî yên herêmê rûbirûyê nexweşiyê bûne.
Xanim Şenaz Ibrahîm di dema ku zarokek ku ji nexweşiyê rizgar bûye, piştrast kir ku zarokan îsbat kirin ku ew ji penceşêrê bi hêztir in û bi dilên tije hêvî û bi alîkarî û dilsoziya bijîjk û karmendên tenduristiyê yên dilsoz rûbirûyê nexweşiyê bûne.
Di dawiya şmerasîmê de xanim Şenaz Ibrahîm Ehmed sipaha mertalê nexweşxaneya Penceşêrê ya Hîwa ji bo rêzgirtin ji hewlên wê yên ji bo pêşkêşkirina xem û guhdana ji bo kesên tûşî vê nexweşiyê bûne wergirt.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19