Qubad Talebanî bi Konsulê Giştî yê nû yê Yunanê re civiya
Kurdistan 01:24 PM - 2024-02-14Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê nû yê Yunanê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê
nû yê Yunanê li Herêma Kurdistanê Nicolas Stergiulas kir û di wê hevdîtinê de
behsa çawaniya pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de hat kirin.
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemê (14.02.2024) hat lidarxistin, Qubad
Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna Nicholas Stergiulas wek Konsulê Giştî yê
Yewnanistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo pêşxistin û bihêzkirina têkeliyên
navbera Herêma Kurdistanê û Yunanê ji bo wî xwest.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku bingehek guncaw ji bo
bihêzkirina peywendiyan di warên çandinî û geştiyariyê de heye. Di vê derbarê
de Cîgirê Serokwezîr got ku Yunan di her du waran de xwedî ezmûneke serkeftî ye
û Herêma Kurdistanê pêşwaziya veberhênerên wî welatî dike ku di warên çandinî û
geştiyariyê de sermayeguzarî bikin û ezmûna serkeftî ya Yunanistanê bo Herêma
Kurdistanê veguhêzin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de balkişand li ser girîngiya danîna
peywendiyên di navbera zanîngehên Kurdistanê û Yûnanistanê û daxwaz ji Konsulê
Giştî yê Yewnanistanê kir ku di vê derbarê de alîkar be. Her wiha daxwaz ji
hikûmeta Yunanê jî kir ku ji bo wergirtina xwendekarên Kurdistanê li zanîngehên
wî welatî asankariyê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20