Serok Bafil: Destdirêjî ser xelk xeta sor e
Kurdistan 08:42 PM - 2024-02-13Civînên Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi berpirsên Malbendên YNKê re li Dabaşanê civiya.
Di civînê de ku endamên Mekteba Siyasî Refat Ebdullah û Derbaz Kosret Resûl amede bûn ,berpirsê Rêxistina YNKê Serkawt Zekî raporek li ser pêşniyarên duyemîn konferansa Buroya Rêxistinê ya awayê birêxistinkirina organan pêşkêş kir.
Di bersivê de Serok Bafil Celal Talebanî destxweşî li rêxistinên YNKê kir ku erkên partiyê bi cih anîne û got ku, erkê hemû endamên YNKê li her pileyekê be ku ji bo xizmetkirina Kurdistanê û bidestxistina armancên bilind kar bikin.
Derbarê pêdaçûn û rêkxistina organên bajar û bajarokên Kurdistanê de jî Serok Bafil amaje bi wê yekê kir ku YNK li hember jiyana gelê Kurd berpirse, lewma divê hemû deste di xizmeta gel de bin û daxwazên wan ragihînin.
Serok Bafil got, ji bo me parastina jiyana xelkê û aştiya Kurdistanê ji her tiştî pîroztir e, lewra em careke din tekez dikin ku her berpirsek di her partiyek, hikûmet û asayîşê de be û navê xwe ji bo berjewendiyên taybet bikar bîne,em ê bi tundî li ser berpirsiyariya partî, hikûmet û ewlehiyê lêkolînan bikin .
Got jî: dest dirêjkirin ser gel û mafên wan xeta sor e û bêqanûnî nayê qebûlkirin, lewra erkê hemû yekîtiyê ye ku can û bextewariya xelkê biparêze û hemû hewlên xwe bo berjewendiya giştî be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19