Emad Ehmed: Em ê alîkariyê bigihînin armancên konferansê

Kurdistan 05:49 PM - 2024-02-02
Emad Ehmed PUKMEDIA

Emad Ehmed

Mekteba Ragihandina YNKê

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Buroya Ragihandin û Huşariyê ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) Emad Ehmed bi boneya lidarxistina konferansa Mekteba Rêxistinê  pîrozbahî li komîteya amadekar kir û got:“Bê dudilî hemû saziyên YNK’ê ji bo serxistina konferansê dê hevkariya komîteya amadekar bikin.’’
“Her guhertinek divê di çarçoveya dem, cih, rastiya niha û pêwîstiyên pêşeroja YNKê de be û komîteya amadekar di pêkhate û bernameya karê pêşerojê de li ser hevkarî û hemahengiya herî zêde bi her du desteyên (medya û hişyarî) emê hemahengî û alîkariya wan bikin di qonaxên niha û pêşerojê yên xebata hevbeş de, da ku em zêdetir serkeftina YNKê pêş bixin."got
Her wiha da zanîn : ‘’Divê sîstema rêxistinî ya YNKê guncaw û hevaheng bi sîstema hilbijartinan be û dibe ku rewş pêwîst bike ku di navbera partiya endaman û partiya dengderan de, rêya sêyem û rêbazeke realîst û alternatîv pêşkêş bikin.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket