Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yekem civîna xwe lidar xist
Kurdistan 12:45 PM - 2024-01-30Hejmarek endamên encumena parêzgeha Kerkûkê
Civata parêzgeha Kerkûkê piştî sondxwarina endamên xwe roja pêncşemê 1-2-2024 dê yekem civîna xwe li dar bixe.
Endamê encûmena parêzgeha Kerkûkê Dr. Ehmed Fatîh ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Li gorî desthilata ku yasa jê re hatiye dayîn, bi wekalet parêzgarê Kerkûkê ji endamên encûmena parêzgehê re ragehandiye ku divê roja pêncşemê civata parêzgehê yekem civîna xwe pêkbîne.’’
Dr Ehmed Fatîh got: ‘’Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku em li gel endamên din ên encumenê kar bikin bo xizmetkirina xelkê Kerkûkê û danîna aliyekê nakokiyên siyasî.’’
Roja 29.01.2024ê 15 namzedên dadgeha pêdaçûnê ya Kerkûkê ji bilî parêzgarê niha yê bajêr Rakan Cibûrî wek endamên encûmenê sond xwaribûn û biryar e di rojên pêş de yekem civîna xwe lidar bixin.
Li gorî qanûnê di nava mehekê de Rakan Cibûrî weke namzet ku hatiye hilbijartin divê li encûmena parêzgehê sonda yasayî bixwe û eger heta wê rojê sond nexwe, dê endamtiya xwe ji dest bide.
Piştî 18 salan, roja 16-12-2023, dengdana taybet û di 18ê heman mehê de, dengdana giştî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê birêve çû, ji bilî wê yekê ku, zêdetirî 7 heftiyan e ku encûmena parêzgehê ti civînek li dar nekiriye.
Yekitiya Niştimanî li Kerkûkê yekemîn serkeftî yeEncumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û li gorî encamên hilbijartinan ku ji aliyê Desteya Komîseran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatiye pesendkirin, Kurdan 7 kursî di Encumena Parêzgehê de bi dest xistine, ku 5 ji wan ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê {Hevpeyîmaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku Partiya Komunista beşeke ji wê ye} û 2 kursî ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê, lê lîsteyên bi dest ketine zimanê erebî 6 kursî, tirkmenan 2 kursî, û tevgera babilî kursî ji pêkhateya mesîhî re bi dest xistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19