Beşdarbûn û sersaxiya xanima yekem di merasîma oxirkirina 41 Kurdên Êzidî de
Kurdistan 11:57 PM - 2024-01-24Xanima Yekem Iraqê gel malbatê Şehîdan
Xanima yekem a Iraqê Şenaz Îbrahîm Ehmed beşdarî merasîma oxirkirina 41 qurbaniyên komkujiya Êzdiyan bû, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin.
Îro 24-1-2024 li Monûmenta Qirkirina Êzidiyan li Şengalê,Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ruhê pakê şehîdan dest pê kir û piştre sirûda niştimanî hat xwendin, piştre hejmarek ji beşdaran axaftinek pêşkêş kirin û tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Êzdiyan û pêkhateyên din şermezar kirin.
Di merasîmê de, xanima yekem a Iraqê hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan re xwest û dilgiraniya xwe jî li hember wan tawanên hovane yên li dijî Iraqiyan bi taybet Êzdiyan nîşan da. Wê bal kişand ser wê yekê ku erkekî niştimanî û exlaqî ye ku rêûresmeke hêja ji bo qurbaniyên bêguneh bê rêkxistin, ku qurbanîdan û bextreşiya mezin tûşî wan bûye.
Her wiha xizmên şehîdan spasiya xanima yekem a Iraqê kirin ku şopdarê dozên wan bûye û beşdarî merasîma oxirkirina wan bûye.
Di merasîmê de nûnerên Buroya Tiba Edlî ya Wezareta Tenduristiyê, Saziya Şehîdan, Saziya Gorên Komî û gelek saziyên navneteweyî û herêmî amade bûn.
Cenazeyên 41 şehîdan di gorên komî yên gundên Herdan û Koçoyê de hatin dîtin û testa DNA’yê li Saziya Tipa Edlî ya Bexdayê hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19