Komîsyon encamên hilbijartinan pesend dike û Yekîtî ji bo diyalogê amade ye
Kurdistan 06:53 PM - 2024-01-21Rizgar Hecî Heme
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê pesend kir û berpirsê ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje: Qonaxa piştî pejirandina encamên hilbijartinan, qonaxa damezrandina hikûmetên herêmî ye û Yekîtiya Nîştimanî amade ye ku gotûbêjê li gel hemû aliyên ku di hilbijartinan de bi ser ketin de bike.
Îro yekşemê 21.01.2024ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê pesendkirina encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê ragihand, derbarê vê mijarê de Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî Rizgar Hema ragihand ku di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Komîsyonê proseyek hilbijartinê ya serkeftî, democrat, Şefaf Tevî hin binpêkirinên biçûk jî dûrî destwerdanê bû û ev yek jî dihêle ku çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.
Rizgar Heme got jî: Komîsyonê bi kerta dengderan ya biyometrî ya
demdirêj kar kir, tomara dengderan hate pêdaçûn û komîsyon ji xeletîyên xwe yên
berê sûd wergirt û van hemû faktoran hîşt ku komîsyon bi serkeftî hilbijartinên
encûmena parêzgehan birêve bibe.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan diyar kir: Piştî ragihandina encamên
dawî yên hilbijartinan, emê lezê bidin diyalog û danûstandinan li gel aliyên ku
di hilbijartinan de bi ser ketine, ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê û
dagirtina postên îdarî, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî kariye di hilbijartinan de
bi ser bikeve û 5 kursiyan li Kerkûkê bi dest bixe û ev yek jî hêjayî
wergirtina posta parêzgariyê ye.
Li gorî encamên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya (Kerkûk, hêz û îradeya me) de 5
kursî bidest anî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19