Bi amadebûna Serok... vekirina Navenda Çanda Erebî-Kurdî li Bexdayê

Kurdistan 01:14 PM - 2024-01-20
Navenda Çanda Ereb-Kurd li Bexdayê PUKMEDIA

Navenda Çanda Ereb-Kurd li Bexdayê

Êraq

Bi amadebûna Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd , xanima yekem û beşdarbûna hijmareke zêde ji berpirs û rewşenbîrên Îraq û deverê, îro Şemiyê, navenda rewşenbîrî ya Erebî-Kurdî hate vekirin li Bexda.
Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd, di gotarekê de bo amadebûyan di merasima vekirinê de ragihand: “Navenda dê bibe alîkar ku di navbera rewşenbîrên Ereb û Kurd li Îraqê danûstendineke mezin çêbibe û alîkarîya bihevrejiyan, pevguhertina zanyarî û geşepêdanê bike di hemû warên edebî û zanistî de.”
Serokkomar destnîşan kir: “Hejmarek mezin ji helbestvan, dîroknas, zimannas û rewşenbîrên Kurd di avakirina çanda Erebî de beşdar bûne, ji wan Cemîl Sidqî El-Zehawî, Merûf Ebdulxenî El-Rusafî, Ehmed Şewqî Ehmed Teymûr Paşa, Ehmed Bedrxan û Mustafa Akkad, ji ber ku ev pêyîwendiya çandî asta hevgirtin û beşdariya kurdan di avakirina çanda erebî de nîşan dide."
Serokkomar bal kişand ser giringiya peydakirina derfeteke guncaw ji bo pêkvejiyan, xebata hevbeş û pêyîwendiya hunerên gelêrî di navbera Ereb û Kurd de di warê dîrok, wêje û ziman de, da ku ev çalakî di xebata bernameya Navenda Çanda Erebî-Kurdî de cih bigirin, di xizmeta baweriyên me yên cihêreng de ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket