Serokê Komarê tekezî li ser pêwîstiya xerckirina darayî bo Herêmê dike
Êraq 12:22 PM - 2024-01-14Serokê Herêmê û Serok Komar
Serok Komarê Êraqê D.Ebdul
Latîf Cemal Reşîd îro yekşemê 14-1-2024 li Bexdadê pêşwazî li serokê Herêma
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda vêre kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî û dawîn
pêşketinên siyasî, ewlekarî li welêt hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser girîngiya
xurtkirina aramiyê û hevkarî û hevrêziyê bo cîbicîkirina daxwazên welatiyan hatin
kirin.
Serok tekez kir li ser
çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdadê de li gor Destûr û yasayê,
û pêdiviya xerckirina darayî ya Herêma Kurdistanê li gor budceyê, û qedandina
dosyeya mûçeyên karmendan, herweha tekezî li ser domandina hevdîtin û gotûbêj
di navbera herdu aliyan de derbarê mijarên girîng hat kirin, her weha yekkrina
erk di navbera hêz û aliyên siyasî de bi piştevanîkirina hikûmetê di
destveanîna bernameya xwe ku serweriya Êraqê û biryara wê yê serbixwe biparêze.
Li hember de jî Serokê Herêmê
di serdana xwe ya niha ya bo Bexdayê de encamên hevdîtinên xwe yên li gel
serkirdeyên aliyên siyasî nirxandin û rola Serokê Komarê di nêzîk kirina
nêrînên aliyên siyasî de bilind nirxand, û hewlên cenabê wî ji bo garantîkirina
mafên hemû welatiyan, tevî welatiyên Herêmê jî bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19