Fehmî Burhan: Ti Kurd ji taxa Newrozê dernakeve
Kurdistan 04:28 PM - 2024-01-09
PUKMEDIA
Fehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de
Serokî desteyi gişitî nawçe Kurdistanî derveyi îdareyi Herema Kurdistan Fehmî Burhan ragihand: “Ti malek Kurd jî amade ne di bin her zextekê de ji taxa Newrozê derkevin. Em daxwaz dikin ku pirsgirêkên taxê bên çareserkirin, li dijî destwerdana nedestûrî ya artêşa Iraqê jî giliyê qanûnî hat kirin.’’
Li dijî artêşa Iraqê gilî hatiye kirinFehmî Burhan di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Li Hewlêrê me bi nûnerên taxa Newroz a Kerkûkê re hevdîtin kir û me bi berfirehî li ser rewşa taxê û pêşhatên dawî gotûbêj kir.’’
Ev doz ne tenê li parêzgeha Kerkûkê ye, li naverast û başûrê Iraqê jî heye, lê ji bilî Kerkûkê li hemû deverên din jî pirsgirêk çareser bûne û wiha got: “Hikûmeta Iraqê nabe nêrîna naverast û başûrê Iraqê hebe û hewl bide pirsgirêkan çareser bike lê ji bo heman pirsgirêk li Kerkûkê jî bi awayekî berevajî prensîbên destûrî û yasayên cîbicîkar tevbigerin." Fehmî Burhan got.
Wî got:"Li dijî destwerdana nedestûrî ya artêşa Iraqê li taxa Newrozê, gilînameyek yasayî hatiye tomarkirin. Em bi hemû awayî piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya navçe Kurdistanê û rewşa jiyana welatiyan dikin. Em hêvî dikin ku hemû gavên qanûnî bavêje û tu pirsgirêk dernekeve da ku her kes encamên destwerdana artêşê ya di nava karûbarên dewletê û jiyana welatiyan de bibîne."
Her wiha got: Wî zêde kir: "Em ê raporteke berfireh li ser bûyerên taxa Newrozê ya Kerkûkê pêşkêşî Serokwezîrtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya ofîsa xwe ya li Bexdayê dê biçe ser xetê da ku baştir rewşpêş bikeve." Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tek maleke Kurd jî amade nîne di bin her zextekê de ji taxa Newrozê derkevin û emê di demeke nêzîk de encamên gilî û gazincên xwe pêşkêş bikin.’’
Nûnera Taxa Newroz: Divê qanûn pirsgirêkên me çareser bikeNûnerê Taxa Newroz a Kerkûkê wiha got: “Artêşa Iraqê bi binpêkirina destûrê êrişî taxa me kir û çend mal dagîr kirin. Daxwaza me ew e ku xeletiyên rêjîma berê dubare nebin.’’
"Em dixwazin pirsgirêka me li gorî yasa û destûra bingehîn were çareserkirin. Em naxwazin li derveyî qanûnê tiştek bê kirin. Li Kerkûkê hemû civak bi biratî bi hev re dijîn, lê rayedarên navxweyî Kerkûkê vê rewşê têk didin." Nûnerê Taxa Newrozê got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19