Guhartina bûdceyê pirsgirêkên darayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser dike
Kurdistan 01:47 PM - 2024-01-07
PUKMEDIA
Mûçeyên Karmendan
Biryare şanda hikûmeta
Herêma Kurdistanê bi berpirsên hikûmeta federalî re hevdîtinên berfireh bike û
li ser sererastkirina yasaya bûdceyê lihev bikin û kar bike ji bo peydakirina
mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û dûrxistina wan ji xerckirina rastî.
Mijareke girîng pêdivî bi çareserkirinê heyeWezîrê Dadê yê Hikûmeta Federal Xalid Şwanî dibêje, mijara mûçe û pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê gelekî girîng e û em hêvîdar in di bûdceya federalî ya sala 2024ê de bi awayekî cidî were çareserkirin.
Got jî: Şanda hikûmetê gihîşte Bexdayê û dê li gel berpirsên hikûmeta federalî bicive û em dûpat dikin ku pirsa bûdce û mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê pirseka gelek giringe û divê bilez bê çareser kirin.
Şanda herêmê li BexdayêLi gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDIAyê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi civînên xwe yên ligel berpirsên hikûmeta federalî kir, daku hemû zanyariyan bigihîne wan û hesabên dawî pêşkêşî wan bike, herwiha şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza terxankirina 913 milyar dînar dike ji bo mûçeyên mehane yên karmendan, hikûmeta federal jî hin daxwazî hene derbarê terxankirina wê mûçeyê, ji ber ku meyleke mezin heye ku mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê ji xerckirina rastî ya bûdceya federal were dûrxistin.
Lihevkirin li ser guhertina budçeyêNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerwan Yarwês di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Pêwîste hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser sererastkirina bûdceya federalî ya sala 2024ê li hev bikin û ji aliyê Encûmena Wezîran ve were pesendkirin. Nivîsara guhertinê ji bo Meclîsa Nûneran bişînin.
Got jî: Piraniya cudahiyên heyî girêdayî madeyên girêdayî Herêma Kurdistanê ne û eger her du hikûmet li ser pirojeya sererastkirinê li hev bikin, em dikarin di demeke kurt de li civata nûneran pesend bikin. Divê her kes bixebite da ku mûçeyên karmendan ji beşa lêçûnên rastîn derxe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19