Du wezîrên YNKê destpêşxeriyên destpakî ne
Kurdistan 07:50 PM - 2024-01-03
PUKMEDIA
Dr.Xalid Şivanî wezîrê dadwerî û Nîzar Amêdî wezîrê jîngehê
Biryardarê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, her du wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên di hikûmeta Sûdanê de stûpakiya xwe ya darayî pêşkêşî Komîsyona Federal a Gendeliyê kirine û got:"Li Herêma Kurdistanê divê her sal parlamenter, pilebilindên taybet û dadweran destpaskiya xwe ragihînin."
Stûpakiî gendeliyê ji holê radikeKarwan Yarwais Biryardarê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê ji PUKMEDIA re ragihand: “Li Iraqê her sal desthilata cîbicîkar, parlamenter, pilebilind û dadwer stûpakiya xwe pêşkêşî Komîsyona Destpakiyê dikin, daku samanên xwe diyar bikin û gendeliyê ji holê rakin û postên hikûmetê ji bo armancên taybet bikar neînin.’’
Karwan Yarwais got: "Girîng e ku desteya cîbicîkar, ku serokatî û serokwezîr jî di nav de ye, bi parlementer, Pile taybet û dadweran stûpakiya xwe ragihînin, bi vî awayî şefafiya darayî çêbibe û rê li ber îsrafa darayî bigire."
Her du wezîrên YNKê stûpakiya xwe ragihandinDr.Xalid Şivanî wezîrê dadwerî û Nîzar Amêdî wezîrê jîngehê di hikûmeta Îraqê de wek destpêşxerî kirin di civata wezîran ku stûpakiya xwe ya darayî pêşkêşî Komîsyona Federal a Gendeliyê kirin.
Destûra Iraqê piştgiriya şefafiya darayî dike
Li gorî fermana duyem a sala 2017ê ya Encûmena Wezîrên Iraqê, ku li ser bingeha madeya 80/3 ya destûra Iraqê ye, divê her sal desthilatên cîbicîkar, dadwerî, parlamenter, pilebilindên taybet û dadweran despakiya xwe pêşkêş bikin.
Kî divê forma stûpakiyê tije bike?Di xala 17'an a qanûna jimare 30 ya sala 2011'an a Komîsyona Destpakiyê de tê gotin ku her kesê di postên serokomar û cîgir, endamên meclîsê (parleman), serokwezîr û cîgiran, wezîr û pileya wezîran, cîgirê wezîr û karmendên pileya taybet , parêzgar, endamên encûmenên parêzgehan, serokên dezgehên serbixwe, cîgir û endamên wan, bi balyoz, konsul û cîgirên wan, dezgehên ewlehiyê, rêvebir giştî û yên ku pileya birêvebiriya giştî û herwiha efserên leşkerî û hêzên ewlekariya navxweyî ji pileya lîwayê bilindtir in, û her kesê ku desteya gendeliyê pêwîst dibîne ku dahat û samanên wî eşkere bike, divê form tije bike.
Lijne li herêmê heye û qels eTevî ku li Herêma Kurdistanê Komîsyona Gendeliyê heye, lê ti yek ji wan postên navborî forma destpakiya darayî tijî nake û komîsyon di cîbicîkirina erkên xwe de lawaz e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19