Cumane El-Ghelayî: Hilbijartin bi zelalî û paqij tam hatin lidarxistin
Kurdistan 01:36 PM - 2024-01-03Cumane Gelay
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tekez kir ku
hilbijartinên encumenên parêzgehan bi awayekî zelal û dadperwerane birêve çûn û
her kes pesna proseya Komisyonê dide.
Hejmara nerazîbûnê gihîşt 329anBerdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumane El-Gelayî ji PUKMEDIA yê re ragihand: Hejmara îtirazayan gehiştiye 329an, 294 ji wan îtirazê ji desteya dadwerî ya komîsyona hilbijartinan re hatine şandin û emê îro yên din ji bo desteya dadwerî bişînin. ji bo ku di heyama 10 rojan de biryar li ser bidin.
Wê got jî: Ev hilbijartin pêdivî bi pejirandina Dadgeha Federalî nîne, belku pêwîstî bi erêkirina Desteya Komîseran heye, lê hilbijartinên civata nûneran pêwîste dadgeha federalî encamên wan pesend bike.
Hilbijartin baş û zelal derbas bûn
Cumane El-Ghelayî dibêje: Hemû rêkarên baş derbas bûn û wekhaviya encamên hejmartina elektronîk û destî baş bûn, her kes şahidiya yekrêziya van hilbijartinan dike ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve li gorî bi pîvanên navnetewî û bi durustîbirêve çû, bêguman yê şikest encaman qebûl nake û, lê komîsyona hilbijartinan hilbijartin bi başî û bi durustî derbas kir.
Desteya edlî dê li ser gilînameyan bisekine
Cumana El-Ghelayî dibêje: Komisyonê desteyeka dadwerî heye
ku dê lêkolînê li wan îtirazan bike ku li dijî proseya hilbijartinan hatine
pêşkêş kirin û desteya dadwerî dê li dû hev biryarê li ser wan bide.
Wê got jî: Biryara li ser van gilînameyên han dê 10 rojan
berdewam be û desteya dadwerî dê encamên gilînameyan pêşkêşî desteya komisyonan
bike, da ku biryarên pêwîst derbarê wan de bên standin.
Hilbijartin bi serkeftî pêk hatin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan êvariya roja
pêncşemê 28.12.2023ê encamên destpêkê yên giştî yên hilbijartinên encumenên
parêzgehên Êraqê ragihand.
Komisyonê got: Hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê bi
awayekî serkeftî birêve çû, û hemû 450 giliyên ku li dijî proseya hilbijartinan
tomar kiribûn, ji wan giliyên zer û kesk, bêyî ti giliyên sor hatin tomarkirin.
Li gor daneyên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
hejmara dengderên ku mafê beşdarbûna di dengdana giştî de heye (15 milyon û 108
hezar û 135) dengder e û di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 134 lîste
beşdar bûne, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 serbixwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19