Destpêka civînên amadekariyên konferansa Ragihandina YNKê
Kurdistan 09:22 PM - 2023-12-27Amadekariyên konferansa Ragihandina YNKê
Bi serperiştiya Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî îro Çarşeme yekem civîna amadekarî ji bo amadekariyên konferansa medyayî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.
Di civînê de mijar û armancên konferansê ji hemû aliyan ve hatin gotûbêjkirin û komîteyên pêwendîdar hatin avakirin, ku deriyên xwe ji hemû beşdarên konferansê û kesayetiyên akademî re vedike, da ku nêrîn û çavdêriyên xwe pêşkêş bikin.
Di beşeke din ya civînê de, mekanîzma beşdarbûna di konferansa medyayî de ji bo nûnerên saziyên ragihandinê, akademîsyen, pisporên ragihandinê yên dêrîn û nûnerên navçeyên nakok hatin pêşxistin û biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de beşdarên konferansê bên diyarkirin.
Di civînê de tekezî li ser lidarxistina konferansê hat kirin û ji bo vê yekê jî dê civîn berdewam bikin.
Lidarxistina konferansê yek ji pêşniyarên Kongireya Pêncemîn eDerbarê konferansa medyayî û armanca wê de, Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: “Biryara lidarxistina konferansa medyayî di çarçoveya pêşniyarên pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ye û armanca wê ji nû ve birêxistinkirina pêkhateya Desteya Ragihandinê û pêşxistina planên stratejîk e ji bo gihandina peyama medyayî ya nû ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gorî rewşa heyî.”
Letîf Nêrweyî got jî: Konferansa han dê du rojan bidome û biryarder û kadroyên ragehandinê yên Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê dê têda beşdar bibin û raporta desteya ragehandinê bo pesendkirinê bê pêşkêş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20