Nêrweyî: YNK û PDK dikarin zêdetir bi hev re xizmetê bikin
Kurdistan 06:38 PM - 2023-12-27Letîf Nêrweyî
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî ragihand, YNK û PDKê dikarin li Kerkûk û Neynewayê ku hejmara herî zêde kursiyên encumenên parêzgehê hene, danûstandinên serkeftî pêk bînin û got: ‘’Gotina berpirsê liqê sêyem yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal ku, destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê mafê YNKê ye bi girîng dibînin.’’
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand:"YNK û PDK li navçeyên cudaxwaz ji Nînowa heta Xaneqîn û Diyala berpirsyariyeke hevbeş heye û YNK plan dike ku piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan dest bi danûstandinan li gel PDKê bike."
Her wiha got: ‘’Pêwîste YNK û PDK bigihin encameke hevbeş û bi aliyên din re danûstandinê bikin ji bo pêkanîna encûmen û rêveberiyeke xizmetguzarî li parêzgehên Kerkûk û Neynewayê, ku bikare pişkeke baştir ji bo kurdan misoger bike.’’
Berpirsê liqê sêyem yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal di kongreyeke rojnamevanî de ragihand; “Li gorî encamên hilbijartinê mafê YNK’ê ye ku parêzgarê Kerkûkê wek lîsteya yekem destnîşan bike û bi ser bikeve û piştre bi PDK’ê û aliyên din re bikeve danûstandinan.’’
Mihemed Kemal her wiha got: “Bêyî rêkeftinê ne YNK û ne jî Ereb nikarin parêzgar destnîşan bikin, ji ber ku yasa ji bo berdewamiya pirsgirêkên Kerkûkê hatiye amadekirin.’’
Di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de ku di rojên 16 û 18ê Mijdarê de hatin kirin, hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê bi hev re hevpeymanî pêk anîn ku zortir deng û kursi bidest xistin, li gorî encamên destpêkê, ji 15 kursiyan Hevpeyîmaniya Kerkûkê 5 kursî bidest xistiye û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwediyê 2 kursiyan e ku ya Kurdan bi hevre dike 7 kursî.
Li Neynewayê YNK du kursî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 4 kursî hene û bi giştî 6 kursî ye.
Berpirsê Desteya Ragihandinê ya YNK’ê wiha got:"YNK û PDK dê îradeyeke bihêztir bo danûstandinê li gel pêkhateyên din hebin, ji ber ku navçeyên nakok ji bo kurdan pirseke niştimanî ye, bi taybetî jî ji bo Kerkûkê ku ev çend sal in nakokiyên wê hene."
Her wiha got: ‘’Eger YNK û PDK li Kerkûk û Nînowa bi hev re bin, dê bibin aliyekê bihêz û yekem û em dikarin zêdetir xizmeta wan deveran bikin ku piraniya wan Kurd in û çavê wan li ser destê her du aliyên Kurdistanî ye.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19