Raporta Navneteweyî derbarê tundetûjiya li dijî jinan li Êraqê

Kurdistan 11:20 PM - 2023-12-07
Mafê Mirovan PUKMEDIA

Mafê Mirovan

Mafê Jinan Jin

Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo xurtkirina Berpirsiyariya Tawanên ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê (UNITAD) ve hatiye kirin, raporta xwe ya girîng derbarê tundûtûjiya sêksî ya ku di heyama salên 2014-2017an de li dijî jin û keçan pêk hatiye, weşand.

Rapor nêrîneke berfireh pêşkêş dike li ser encamên ku tîmê gihîştiyê derbarê cewherê van tawanan, ku di nav tawanên navdewletî yên giran de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li dijî hemû civakên Êraqî hatine encamdan.
Şêwirmendê taybet û Serokê Tîma Vekolînê ya UNITAD, Christian Reicher dibêje: Tîma Vekolînê ya UNITAD bi rêya vê raportê, pabendbûna xwe ya bi rijd li ser rêya dadperweriyê li rûbirûbûna tawanên hovane yên ku DAIŞê li dijî civakên cuda yên Êraqê pêk anîne, piştrast dike.

Wî her wiha got: Yekîneya lêkolînê ya tîmê, ku pispor e di vekolîna tawanên sêksî de ku li dijî jin, mêr, kur û keçan pêk tên, di rêza pêşîn a vê qadê de dimîne, û li ser eşkerekirina asta hovîtiya DAIŞê li Êraqê dixebite li gel misogerkirina pabendbûna bi standardên herî bilind ên navneteweyî.
Parvekirina vê raporê hevdem e ligel kampîna 16 Rojên Çalakiyê ku îsal di bin diruşmeya “Li hev kom bin! Ji bo rêgirtina li tundûtûjiya li ser jin û keçan veberhênan bikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket