Yekîtî bo xizmetkirina kurdên Feylî hewl dide
Kurdistan 12:00 PM - 2023-12-03Namzedê yekîtî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza beşdariya berfireh
di hilbijartinên encumenên parêzgehan de dike ji bo garantîkirina mafên Kurdan
li navçeyên nekok û Bexdadê û herwiha bi rêya namzedê xwe Şêx Casim El-Sûra Mêrî
ku namzedê kotayê ye beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Bexdayê dibe ji
bo Kurdên Feylî hejmara 204.
Bernameyek yekgirtî ji bo parastina Kurdên FeylîNamzedê Kotaya Kurdên Feylî bo Encumena Parêzgeha jimare 204 Şêx Casim El-Sûra Mêrî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Me bernameyeke yekgirtî ji bo parastina beşê Kurdên Feylî û welatiyên li Bexdadê bi giştî pêşkêş kir, û piştevaniya raya giştî ji me re heye û navenda rêxistinên Bexdayê û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî piştgiriya min dikin û dixwazin tenê namzedê wan li Bexdayê bi ser bikeve.
Sûra Mêrî daxwaz ji kurdên Bexdayê kir ku bi berfirehî beşdarî hilbijartinan bibin û piştgiriya namzedê xwe bikin da ku bikare bergiriyê li mafên wan bike, ji ber ku kurdên Feylî di avakirina bajarê Bexdayê de jî beşeke giring bûn, lê di encamê de Siyasetên şovenîstî ew ji welatîbûna Êraqî bêpar man û rastî cudakarî û koçkirina bi darê zorê hatin.
Li ser şopa Serok Mam Celal dimeşin
Şêx Casim El-Sûra Mêrî dibêje ku ew zêdetirî 16 salan e di
encûmena şaredariyê de kar kiriye û haya wî ji pirsgirêkên kurdan bi taybetî
kurdên feylî li Bexdayê heye û ew ê piştevan be. dema ku baweriya hilbijêran bi
dest bixe wê mafên wan biparêzin.
Sûra Mîrî tekez kir ku ew li ser şop û nêzîkatiya serok Mam
Celal dimeşe, ji ber wê di nav xelkê de tê pejirandin , rola Mam Celal di
piştevanîkirina doza kurdên feylî û serexistina proseya demokratîk û pirensîba
pêkvejiyanê û peydakirina aramiyê de mezin bû.
Girîngiya nûnertiya Kurdên Feylî li Bexdayê
Ji aliyê xwe ve Seroka
Navenda Rêkxistinên Bexdayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Rabîhe Hemed di
daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re tekez kir: Li Bexdayê hejmareke zêde Kurd bi
taybetî Kurdên Feylî hene, Yekîtiya Niştimanî biryar da ku beşdarî Hilbijartinên
encûmena parêzgehê li Bexdayê bibe û berbijarekî jêhatî û gelêrî, Şêx Casim
El-Sûra Mêrî, jimare 204 pêşkêş bike.
Wê got jî: “Em bang li
welatiyên Kurd ên li Bexdayê dikin ku dengê xwe bidin namzedê xwe, piştevaniya
wî bikin û baweriya xwe bi parastina daxwaz û mafên xwe bidin, ji ber ku Şêx
Casim El-Sûra Mêrî yek ji eşayîrî û kesayetên civakî giring li Bedadê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20