Talebanî daxwaz ji welatên dost dike ku bo çareserkirina pirsgirêkan alîkar bin
Kurdistan 03:56 PM - 2023-11-30Qubad Talebanî û balyozê Birîtanî lii Êraqê
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir, hewla me ya sereke ew e ku bi awayekî radîkal pirsgirêka pişka herêmê ji bûdce û mûçeyên karmendan çareser bikin, ji ber ku her sal ev pirsgirêk nayê dubarekirin.
Li hevdîtinê de ku îro pênşemê 30.11.2023 li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî li gel Stîvan Charles Hagen Balyozê Brîtanya li Êraqê civiya, pêşhatên rewşa siyasî û emnî ya Êraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û Cîgirê Serokwezîr di vê derbarê de got: Pêwîste hemû hêzên Êraqî ji bo parastina aramiya siyasî û ewlekarî li Êraqê kar bike û di heman demê de divê her aliyek nêta xwe ya baş nîşan bide, bi armanca vegerandina baweriyê di navbera her kesî de.
Derbarê pi drsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: Çareseriya radîkal bi rêkeftineke berfireh û demdirêj e ku berjewendiyên her du aliyan li ber çavan bê girtin, lê di qonaxa niha de ji hikûmetê re û welatiyên Herêma Kurdistanê re ya herî girîng dîtina çareseriyekê bo bûdce û mûçeyan re ye, ji ber ku nabe ev pirsgirêk heta sala bê biçe, daxwaz ji welatên dost kir ku alîkariya çareserkirina vê pirsgirêkê bikin.
Di beşeke din ya civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û Qubad Talebanî eşkere kir ku, di dema dawî de rewşeke erênî ji bo çareser kirina kêşeyên navxweyî heye û pêngavên baş bo yekrêziya aliyên Kurdistanî hatine avêtin. Ew geşbîn e li ser berdewamiya vê rewşa erênî ji bo çareserkirina beşekî mezin ji pirsgirêkan û bihêzkirina pêgeha herêmê li Êraqê.
Di vê derbarê de amaje bi vegeryana wezîrê pêşmerge bo cîbicîkirina erkên xwe jî kir û got: Bi vegera wezîr, proseya çaksaziyê li wezareta pêşmerge bi leztir û baştir bi dawî dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20