Bernameya hilbijartinê ya YNK'ê dê sektora tenduristiyê pêş bixe
Rêportaj 07:00 PM - 2023-11-17
PUKMEDIA
Hilbijartin
Kerta Tendurristiya û geşepêdanê û çareserkirinê yek ji xalên girîng yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku di lîst û hevppeymanan de cih girtiye ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê û kesanî pspor bo namzedan heta wek kertên tenduristiyê pêş bixin bi awayekî ku lêçûna herî kêm bikeve ser milê nexweşan.
YNK li Diyalayê sektora tenduristiyê ji nû ve zindî dike
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo vejandina sektora tenduristiyê li parêzgeha Diyale bernameyeke berfireh amade kiriye, ku li gorî wê bernameyê êdî pêwîstiya nexweşan ji bo dermankirinê ji derveyî Diyalayê namîne, ji bilî nexweşên penceşêrê û avakirina navendên tenduristiyê ji bo gundên dûr.
Namzeda jimare 20 ya Lîsta Serbixwe ya jimare 120 Fatma Ferhan ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Em xwe li hember niştecihên parêzgeha Diyale berpirsyar dibînin ku , di bernameya lîsta me de vekirina nexweşxaneya Xaneqîn yê nûh heye ji ber ku ew nexweşxaneya gelek kevne.
Fatma Ferhan wiha got: Em jî dixwazin dermanên pêwîst ji bo nexweşên penceşêrê dabîn bikin da ku nexweş ji bo dermankirinê neçin Bexda û Silêmaniyê, û xizmeta tenduristiyê wernegirtine.
Hazirkirina komalgeyeke bijîşkî
Mezher Elawî namzedê jimare 7 ji bo Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînewa jimare 134 ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me giringiyê dide rewşa tendirustiyê, emê di destpêkê de kar bo çaksazkirin û avakirina komalgeyeke pizîşkî li aliyê rast ji bajarê Musilê bikin.
Got jî: Lîsteya me dê kar bike bo gihandina xizmetên saxlemiyê û avakirina navendên tenduristiyê li gund û gundewarên dûr, navçe û bajarên mezin hene ku bi temamî kêmbûna xizmet têde hene, lewra emê xizmetê ji her kesî re pêşkêş bikin.
Got jî: Emê jî kar ji bo çavdêrîkirina pirsa dermanan û rê û qalîteya dermanên hinardeyî bikin, ji bilî hewldana ji bo kontrolkirina nirxê dermanan û pêşkêşkirina wan ji hemû welatiyan re bê cudahî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20