Konsulxaneya Çînê dê vîzeya geştûguzariyê bide welatiyên Herêmê
Kurdistan 04:36 PM - 2023-11-16Qubad Talebanî û Konsulê Çînê
Îro pênşemê 16.11.2023 li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Liu Jun Konsulê Giştî yê nû yê Çînê li navçeyê kir û li gel wî rêyên bihêzkirina pêwendiyên dualî bi taybetî di warê bazirganî, pîşesazî û perwerdeya pîşeyî de gotûbêjkirin.
Qubad Talebanî pîrozbahî li Konsulê Giştî yê Çînê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest, bi taybetî di warê bihêzkirina têkeliyên navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de û amadeyiya xwe jî bo pêşkêşkirina curbicur alîkariyên bo wî nîşan da.
Her du aliyan bi balkêşî li ser xurtkirina peywendiyên dualî li ser bingeha nêrîna Serok Mam Celal ku damezrînerê têkiliyên dîrokî yên gelê Kurd û Çînê ye, gotûbêj kirin.
Talebanî tekez li ser giringiya karê hevbeş ji bo bihêzkirina peywendiyên di warê bazirganî û pîşesazî û pêşxistina teknolojiyê li Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Çînê amadehiya xwe ji bo hemahengî li gel hikûmeta herêmê ji bo pêşxistina peywendiyan di van waran de nîşan da, amaje bi wê yekê kir ku di demeke nêzîk de navendeke lêkolînê ya Çînê dê li zanîngeha Silêmaniyê were vekirin û herwiha dê kar ji bo avakirina peywendiyên akademîk di navbera zanîngehên Çîn û Kurdistanê de bikin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, balkişandina li ser peywendiyên çandî û mîratî yên di navbera bajarên Çîn û Kurdistanê de hate gotûbêjkirin, ji ber ku konsulê Çînê hezkirina xwe bo bajarê Silêmaniyê ji ber dewlemendiya çandî û mîratî nîşan da û got: “Emê ji bo avakirina pira pêwendiyên çandî û mîratî di navbera Silêmanî û yek ji bajarên Çînê de kar bikin.
Di çarçoveya tedbîrên bihêzkirina peywendiyên dualî di astên curbicur de, biryar e Konsulxaneya Çînê ji destpêka sala bê ve dest bi dayîna vîzeyan bo welatiyên herêmê bo serdana Çînê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19