Letîf Nêrweyî: Danûstandinên YNK û PDKê di dema guncaw de ne
Kurdistan 10:15 PM - 2023-11-06Letîf Nêrweyî
Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, navçeyên nakok û Bexdayê dikare bibe rewşeke baş ji bo danûstandinên navbera YNK û PDKê û aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî YNK û PDK bi rêya danûstandinan kar bikin ku divê Kurd dengên herî zêde bi dest bixin û di encumena parêzgeha Kerkûkê de herî zêde kursî hene.”
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di gotarekê de ku di beşa Nêrîn ya PUKMEDIA de hatiye belavkirin, dibêje:"Li ser daxwaza Serok Bafil, şanda bilind a YNK û PDKê dê gereke din a danûstandinan li bajarokê Pîrmamê wê pêk bînin, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, navçeyên nakok û Bexdayê dikare bibe rewşeke guncaw ji bo danûstandin û pêşketina danûstandinên navbera YNK û PDKê û bigihêje hevtêgihiştinê.’’
“Pêwîste hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi taybet YNK û PDK bi rêya danûstandinan hewl bidin ku li Kerkûk û navçeyên nakok ên Kurdistanê kampaniyeke aştiyane were lidarxistin û hevrikî ligel pêkhateyên din be û em jî weke Kurd dikarin herî zêde deng û kursiyên encûmena parêzgehê bi dest bixin û bi planeke hevbeş xwe ji qonaxa piştî hilbijartinan re amade bikin û aramiyê ji bo Kerkûk û navçeyên nakok bînin.’’ Letîf Nêrwayî got
Her wiha got:“Ev gera danûstandinan dikare bi nêrînek erênî were dîtin, ji ber ku danûstandinên demdirêj ên navbera YNK û PDKê û berdewamiya rewşa awarte ya di navbera her du aliyan de ye, vê carê çend pirs û bersivan bi xwe re anîne. Her du alî ne kêfxweş in bi ezmûna danûstandinên berê ,lê dikare bersiva pirsan vê carê ji bo gelên herêmê xweş bibe.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20