Dadgeha Federalî îtîraza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red kir
Kurdistan 12:46 PM - 2023-08-08
PUKMEDIA
Hikûmeta Herema Kurdistanê
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi rêya fraksiyona xwe ya li Bexdayê hewl da ku ew madeya girêdayî parêzgehên nerazî ji yasaya bûdceyê derxîne, lê hewlên YNKê ew madde di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de cih girt. Piştî ku serokwezîrê Herema Kurdistanê bi madeyê razî nebû û serî li Dadgeha Federal da, lê dadgehê îtîraz red kir.
Dadgeha Federal îtîraza Serokwezîr red kirParlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Karwan Yarweys ji PUKMEDIA re ragihand: Dadgeha Federalî îtiraza Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya li dijî madeya parêzgehên nerazî di yasaya bûdceya giştî ya Iraqê ya salên 2023, 2024 û 2025an de red kir.
Yarweys got: Dadgeha Federalî daxwaznameya Mesrûr Barzanî li ser xala 8 a madeya 13 ku behsa parêzgeha nerazî dike, red kir û li gel çend daxwaziyên din.
Karê sereke YNKê mûçe yeYNK dixwaze beriya her tiştî mûçeyê karmendan bê xerc kirin û neçe cihekî din.
Di vî warî de Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Narmîn Merûf ji PUKMEDIA re ragihand: “Armanca xistina vê bendê di maddeya 13’an de ji aliyê Fraksiyona YNKê ve ew bû ku ew pereyên ku ji Bexdayê tên Herêma Kurdistanê, mûçeyên karmend û xanenişînan bidin û neçin cihên din û deynê şîrketan.’’
Yekîtiyê xala parêzgeha nerazî bi cîh kirMadeya ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îtiraza lê kiriye, di qanûna bûdceyê de cih girtiye, ku tê de hatiye ku, bûdceya Iraqê ji bo mûçeyên welatiyan bibe yekem û divê bûdce bi awayekî wekhev û dadperwerane li ser parêzgehan were dabeşkirin, eger nebe her parêzgehek dikare rasterast daxwaza pişka xwe ji hikûmeta Iraqê û serokwezîrê hikûmeta federal bike ku tedbîrên pêwîst ji bo cîbicîkirinê werbigirin, di nav de "darayî" tê wateya dayîna pereyan rasterast bo parêzgehan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19