Şefafiyet: Di heftiya derbasbûyî de zêdetirî 23.5 milyar dînar hinardekirina Silêmanî bû
Kurdistan 12:26 PM - 2023-07-28Şefafiyet
Malpera şefafiyet eşkere kir ku di heftiya borî de hinardekirina neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebce û navçeyên Germiyan û Raperînê ji 23 milyar û nîv derbas bûye.
Li gorî malpera şefafiyetê, dahata neftê ya parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du dezgehên Germiyan û Raperîn ji 22.7.2023 heya 28.07.2023, 23 milyar û 756 milyon û 274 hezar û 916 dînar e. ku 21 milyar û 245 milyon û 579 hezar û 584 dînar ango %89 bi nextî bû û 2 milyar û 242 milyon û 358 hezar û 622 dînar ango %9 bi sikukî û bi qasî 368 milyon û 336 hezar û 710 dînar jihevpakbûne.
Ev yek û piştî 30 salan ji desthilatdariya Kurd li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 15.12.2022ê projeya zelalkirina hinartina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û Rêveberiyên Germiyan û Raperîn ku yekem car e li Kurdistan û Êraqê bi giştî.
Ev proje di nav Kurdan de bi awayekî berfireh hate pêşwazîkirin û hate xwestin ku ev proje ji bo dahatên petrolê li hemû herêmên Kurdistanê were belavkirin.
Qubad Talebanî di axaftinekê de bo ragihandina wê projeyê got: "Ez projeyek girîng radigihînim, ew jî projeya şefafiyeta hinartina neftê ye."
Got jî: Şefafiyet bernameyeke ku hemû hinardekirina neftê li parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên Raperîn û Germiyanê dihewîne, ku rojane bi zelalîyek temam tên komkirin û tên nivîsandin, daku her kes bikare hûrgilîyên wê yekê bibîne. ew dahat di her kêliyê de bi rêya malpera shafafiat.com.
Û cîgirê serokwezîr wiha pê de çû: Ev hizra hanê derketiye holê ji ber ku şefafiyet stûna sereke ye ji bo peydabûna pêbaweriyê di navbera hevwelatiyan û her desthilateke siyasî li cîhanê, lewra pêwîste hûn xwe pê nas bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20