Ji bo bîranîna koça dawî ya hevrêyê Serok Mam Celal, siyasetmedar û bîrmend Nûşêrvan Mistefa
Kurdistan 12:10 PM - 2023-05-19Serok Mam Celal û Nûşêrvan Mistefa
Îro Înê 19.05.2023 şeşemîn salvegera koça dawî ya siyasetmedarê têkoşer Kurd Nûşêrvan Mistefa ye endamê desteya damezrêner a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û rêxerê giştî yê berê yê Tevgera Gorrane.
Têkoşerê nemir Nûşêrvan Mistefa di sala 1975an de li gel serokê nemir Mam Celal yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû û her yek ji Dr. Kemal Fûad, Adil Murad û Dr. Fûad Mesûm, Omer Şêxmûs û Ebdulrezaq Faîlî û di astên cuda yên siyasî, çandî û dîplomatîk de xizmetên mezin pêşkêşî gelê Kurd kirin.
Têkoşerê nemir Nûşêrvan Mistefa di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye û sala 2017 piştî çend rojan ji vegera ji sefera pizîşkî ya derveyî welat, di 19ê Gulana 2017an de li Silêmaniyê di temenê 73 saliyê de koça dawî kir.
Nûşêrvan Mistefa kî ye?
Têkoşerê mezin Nûşêrvan Mistefa di sala 1944an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Ew kurê bavê xwe yê mezin Mistefa Emîn bû. Wî bi çend zimanan baş dizanibû, ji wan kurdî (zimanê dayikê), erebî, farisî, almanî û ingilîzî. Di sala 1981ê de zewicî û du kur û keçek wî hene.
Piştî bidawîkirina dibistanê Nûşêrvan Mistefa diçê Bexdayê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di heftenameya Rizgarî de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rêxistina Komala - ev rêxistin ji rêxistina Komala li Kurdistana rojhilat cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê Viyanaya Awistiryayê û li wir hiqûqa navneteweyî dixwînê. Di sala 1975'a de têkçûna serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya PDK'ê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî de , Newşîrwan Mistefa bi Serok Celal Talabanî û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Nûşêrvan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê.Serok Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Nûşêrvan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.
Jiyana pêşmergetî
Nûşêrvan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî pêşmergeyekî jêhatî bû. Wî pêşengiya serhildanên kurdan yên salên 1976'a û 1991'a li dijî Rejîma Baasê kir. Di sala 1991'ê de wi weke fermandarê pêşmergeyan pêşengiya raperîna ji bo azadkirina Kurdistanê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Nûşêrvan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza Kurdistanê û dîroka çapemeniya kurdî nivîsandine.
Rehmetî Newşîrwan Mistefa ji bilî serpêhatî û jêhatiya xwe ya siyasî, nivîskarekî navdar û rojnamevanekî hêja bû, bi dehan pirtûkên wî yên siyasî, dîrok û wêjeyî hene, herwiha gelek gotar û lêkolîn di rojname û kovaran de weşandine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19