Li herêma Raperînê kampanyaya keskbûnê hat ragihandin
Kurdistan 07:53 PM - 2023-05-17Kampanyaya neteweyî ya çandina yek mîlyon dar
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî daxwaza çandina milyonek dar dabû ku li ser vê esasê kampanyaya niştimanî di çarçoveya pirojeya lihevhatina Silêmaniyê û keskkirina Kurdistanê despê kiriye û berdewam e.
Ev car diçe navçeyeke din a Kurdistanê û bi vê mebestê roja Çarşemê 17/5/2023 bi amadebûna rêveberên hejmarek ji berpirsên pêwendîdar, kampaniya çandina daran li daristana Pişder a ser bi rêveberiya Raperînê birêve çû.
Nûnerê Ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî Husên Hema Kerîm, kampaniya çandina daran li Dezgeha Daristana Pişder a Rêveberiya Daristana Silêmaniyê wek handanek ji bo zêdekirina rûbera daristanê û dabînkirina xweza û jîngeheke guncaw ji bo vejandina sektora geştiyariyê li herêmê nirxand.
Ji aliyê xwe ve Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Raperînê Xalid Ehmed Hekîm jî pêşwaziya destpêşxeriya Serok Bafil a bo keskkirina Kurdistanê kir û hewlên Serokê YNKê bilind nirxand û ragihand ku sînorê rêveberiya Raperînê bi taybetî di warê jîngeh û daristanan de pêwîstî bi baldarî heye.
Bi gotina Rêveberê Daristan û Çavkaniyên Silêmaniyê Hawkar Celal, destpêkirina hemleyê li herêma Raperîn ji daristana Pişder dê zêdetir vê daristana kevnar vejîne.Xebatên ji salên 1970’an vir ve hatin destpêkirin, ji bo ku li gorî guherîna avhewayê biguncîne û pirsgirêkên jîngehê kêm bike, ji bo sûdwergirtina ji qadên ku hê nehatine keskkirin gavek din avêtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19