Lêborîna Navdewletî behsa sînordarkirina azadiyan û girtina rojnamevanan li Herêma Kurdistanê dike
Kurdistan 01:45 PM - 2023-03-29Rêxistina Lêborîna Navneteweyî
Rêxistina
Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) raporta xwe ya mafên mirovan ya
sala 2022an belav kir û di wê raportê de rexne li rewşa mafên mirovan li Herêma
Kurdistanê, sînordarkirina azadiyan, girtina rojnamevanan, rêgirtina li
xwepêşandanan û girtina çalakvanan kir.
Xirabbûna rewşa mafên mirovan
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe de amaje bi binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê dike û ew binpêkirin girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, bi taybetî kabîneya nehê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, beriya çend rojan wezareta Derve ya Amerîka jî di rapora xwe de amaje bi van binpêkirinan kir û hişyarî da rayedarên Herêma Kurdistanê li ser têkçûna rewşa mafên mirovan.
Rapor behsa girtiyên Badînan dike
Rapora Rêxistina
Lêborîna Navdewletî li ser girtiyên Şîladizî û Badînan ên ku ji aliyê hêzên Asayîşa
Partiya Demokrat ve hatibûn girtin got ku di sala 2022’an de 2 rojnamevan û 3
çalakvanên siyasî sê caran dest bi gireva birçîbûnê kirine û ji meha Tebaxa 2020
ve girtîne û di Sibata 2021ê de bi tometên pêwendîdar bi ewlekariya niştimanî
hatin mehkûmkirin, li hember berdewamiya girtina wan, tevî ku di meha Sibatê de
ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve biryara
kêmkirina cezayên wan ji 5 salan bo 2
sal hat dayîn.
Rapor wiha pêde çû: Roja
6ê Tebaxê hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê gaza firmêskrêj û gulleyên lastîkî ji
bo belav kirina xwepêşandanên aştiyane li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê û
nerazîbûna xwe li hember dereng kirina mûçeyên hikûmetê û nebûna derfetên kar,
bikar anîn û di encamê de hejmarek birîndar ketin.
Rojnameger hatin girtin
Rapora Lêborîna
Navdewletî behsa kêmbûna azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê û girtina
rojnamevanan dike, ku di raportê de hatiye: Hêzên Asayîşê ku dezgeha sereke ya
asayîş û îstixbarata Herêma Kurdistanê ye herî kêm 20 rojnamevan ji bo demeke
kurt girtin.
Raporê zêde kir: Di meha
Îlonê de hêzên Asayîşê rojnamevanek ku di dezgeheke ragihandinê ya alîgirê
opozisyonê de kar dikir girt, dema ku wî êrişa balafereke keşfê yê Tirkiyê ya
li ser çekdarên PKKê li parêzgeha Hewlêrê dişopand. Piştî rojekê bêyî sûc hat
berdan piştî îmzekirinê ku careke din bûyerên wusa neşopîne. Di Cotmehê de
hêzên Asayîşê du rojnamevan li nêzîkî Hewlêrê girtin li dije Bikaranîna Amûrên
Elektronîkî a sala 2008 û di dawiya mehê
de hatin berdan.
Tundiya li dijî jinêRapor dibêje: Herêma Kurdistanê şahidê zêdebûna raporên kuştina jin û keçan ji aliyê xizmên wan ên mêr ve bûye, ji ber ku ew bûne oleke cuda û wan wek jinên vegihênderên zeyendeyî didin nasîn. Hevbendiyek ji rêxistinên jinan kuştina 16 jin û keçeke 15 salî ji aliyê xizmên wê ên mêr ve tenê di navbera Çile û Adarê de belge kirin.Rapor zêde dike: Tê bawer kirin ku hejmara rastîn gelek zêdetir e. Desthilatdar nekariye lêkolînên serbixwe û bêalî li ser piraniya van kuştinan bike di nav rewşên civakî ya sûcdarkirina mexdûran - di nav de li ser medyaya civakî - û xemsariya qanûndaneran.Rapor piştrast dike: Li Herêma Kurdistanê û li navenda Êraqê rêyên parastina bi bandor ji aliyê dewletê ve ji şîdeta li ser bingeha zayendî pir kêm mane. Hejmarek sînordar ji penagehan, bi serperiştiya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarên Herêmê kar dikirin, lê rêxistinên sivîl yên niştimanî diyar kirin ku xizmetguzariyên nûjenkirina ji qurbaniyan kêm in. Li naverasta Êraqê tenê penagehek kar dikir, ku karibû dora 100 qurbaniyan bihewîne, bi piştgiriya sindoqên ya Neteweyên Yekbûyî. Rêxistinên sivîl li Bexdayê berdewam rastî tacîzê tên ji bo birêvebirina pengehên nefermî ji bo jinan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20