Rêxistina Nasname û Pirsa Êzidiyan: Hereşe û birçîbûn li Êzdiyan tê kirin
Kurdistan 01:15 PM - 2023-03-18Êzdiyên Herêma Kurdistanê
Rêxistina
Nasname û Pirsa Êzidiyan hersê serokatiyên Êraq, Herêma Kurdistanê û navendên
navdewletî agahdar dike li binpêkirin û destwerdana Partiya Demokrata
Kurdistanê (PDK) di maf û biryardana êzdiyan de li Herêma Kurdistanê û dixwaze
ku pêşî li destwerdana Partî bê girtin.
Di
yadaştnameya rêxistinê de ku arastey 13 saziyên xwendina bilind ên navdewletî, Êraqî
û herêmî kiriye de û jê wêneyek ji
malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin ew
karesat û bextreşiya Êzdiyan di jenosîd û awarebûna ji ber êrişên terorîstên
DAIŞê de vedibêje û herweha destwerdana siyasî û hizbî li Herêma Kurdistanê li
maf û biryardana Êzdiyan û dibêje: Rêxistinên berevaniyê li mafên Êzdiyan jî
dikin, daxwaz dikin ku mafên wan bên dabînkirin û rê li ber destêwerdana
partiyan di karûbarên pêkhatên Êzdî de bê girtin.
Destwerdana partiyan di karûbarên Êzdiyan de rawestîninPiştî jînosayda Kurdên Êzdî di encama êrişa terorîstên DAIŞê bo ser Şingalê û bêparastina navçeyê ji aliyê hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve di (3/8/2014) de, bi hezaran Êzdî rastî kuştin, revandin û windakirinê hatin. Herwiha daxwaz dikin ku partî destwerdanê di karûbarên civaka Êzdî de neke.
Pêşî li destwerdan û tehdîdên PDKê bigirin
Di
yadaştnameyekê de bo her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê, serokatiyên Êraqê,
saziyên sivîl û olî û balyozxane û konsulxaneyên Kurdistan, Êraq û cîhanê Rêxistina
Nasname û Pirsa Êzdiyan daxwaz dike: Pêwîste li hember binpêkirina mafên
Êzdiyan bêdeng nemînin û rê li ber destwerdana Partiya Demokrata Kurdistanê
(PDK) û gefên wê li ser mafên Êzdiyan bigirin.
Rêxistina
Nasnameya Êzdiyan dibêje: Piştî êrîşa terorîstên DAÎŞê bo ser deverên me û
tawanên ku li hember Êzdiyan kirine ji ber neparastin hêzên PDK li deverê, PDK
bi her awayî destwerdanê di karûbarên Êzdiyan de dike. Herwiha dest danî ser
saziya olî (Encûmena ruhanî), ku Êzdî bêzar û bêhêvî kiriye.
PDK Êzdiyên Duhokê birçî dihêle
Kurdên Êzidî
yek ji pêkhateyên resen ên civaka Kurd û Êraqê ne
Destûra
hertimî ya Êraqê di madeyên 41, 42 û 41 û 42 de mafên civakên olî garantî dike.
Herwiha bingeheke destûrî û yasayî ji bo pêkanîna merasîmên olî û civakî dide.
Rêxistina
Nansname ya Êzidiyan wiha dibêje: PDK ji 3/8/2014 ve li parêzgeha Duhokê
siyaseta tehdîdkirin û birçîkirina êzîdiyan dimeşîne û bêyî ku bi civaka êzîdî
re bişêwire, destwerdanê di destnîşankirina mîrê Êzdiyan de dike û ev nayê
qebûlkirin.
Rêxistina
Nasname û PirsA Êzdiyan (EICO) rêxistineke serbixwe ye ku piştî karesata
Şengalê û qirkirina Kurdên Êzdî hat damezrandin. Rewşenbîr, rêberên olî,
kesayetî û rêxistinên civaka sivîl ên civaka Êzdî li Êraq û cîhanê, ji bo
parastina mafên Êzdiyan û parastina nasnameyan û naskirina tawanên terorîstên DAÎŞê
li dijî Êzdiyan kar dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18
zêdetir tamaşe bike
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20