Yekîtiya Nîştimanî.. hewleke berdewam bo serrastkirina rêbaza hukimdariyê li Herêmê
Kurdistan 01:29 PM - 2022-12-12Yekîtiya Nîştimanî.. hewleke berdewam bo serrastkirina rêbaza hukimdariyê li Herêmê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewame li ser cîbicîkirina siyaseta cudakirina parêzgehan û ne dabeşkirina dahatan bi awayekî dadmend û zelal û ev mijar ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve hatiye redkirin û hewla serrastkirina rêbaza desthilatdariyê dide.
Yekîtiya Niştimanî hertim tekezî li ser wê yekê dike ku şefafiyet di warê dahat û bûdceyê de bo Parlamentoya Kurdistanê de hebe bi berçavgirtina hevsengî û wekheviyê di cîbicîkirina pirojeyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo hemû welatiyan bê cudakarî.
Pirsgirêk di pêkanîna bernameya hikûmetê de yeEndamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Cotyar Nûrî ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Pirsgirêka me bi hikûmetê re di cîbicîkirina bernameya ku li ser hatiye avakirin e, ne di wergirtina post û postên wezaretê de.
Got jî: Ev hikûmet di karê xwe de şefaf nîne û bûdce ji bo parlemanê neşand di demekê de ku gelek caran hatibû daxwaz kirin lê bi hincetên curbicur paşde dixe.
Ev hikûmet ji yên beriya xwe xerabtir eNûrî destnîşan dike: Eger em vê kabîneyê bi yên beriya wê re bidin ber hev emê bibînin ku karê hikûmetê ji hikûmetên berê gelek xerabtir e.
Got jî: Dahat ne şefaf in, desthelat hatine yekdestdarîkirin, cudahî di navbera parêzgehan de heye, yasaya hilbijartinan ne hatiye serrast kirin û gelek tişt hene ku diviyabû hikûmetê cîbicî bikira lê ew paşguh bû û pêk neanîn.
Daxwazên Yekîtiya Niştimanî daxwazên welatiyan inEndamekî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: Daxwazên ku Yekîtî tekez dike, daxwazên welatiyên Herêma Kurdistanê ne.
Got jî: Yekîtîya niştimanî ji bo baştirkirina asta jîyana hevwelatîyan ev helwest girt û li hember yekdestdarîyê rawestîya û hewla serrast kirina rêya hikûmraniyê da û vê yekê jî kir ku welatî piştgirî û piştevanîya Yekîtî bikin.
Helwestên Yekîtiya Niştimanî ne şexsî neEndamê Civata Serkirdayetî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nîroy ji PUKMEDIA re ragihand: Helwestên Yekîtî helwestên kesayetî nînin, belku hewldanek e bo serrastkirina rêbaza xelet a rêveberiya Herêma Kurdistanê.
Got jî: Yekîtî dixwaze hikûmeta Herêma Kurdistanê hevsengî be û hikûmet li gor dadperwerî û wekheviyê di dabeşkirina kelûpelan û cîbicîkirina projeyan li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê kar bike.
Yekîtiya Niştimanî li post nagereLetîf Nîroy dibêje: Helwestên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bo serrastkirina rêbaza hikûmetê ne ji bo bidestxistina post û wezaretan, belku ji bo hemwelatiyan e.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî hewla yekkirina mafên hemwelatiyan û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyan û nehiştina cudahiyê di navbera hemû navçeyên Herêma Kurdistanê de ye.
Partî bê Yekîtî nikare hukimraniyê bikePartiya Demokrata Kurdistanê dixwaze teklayene biryarê bide û desthilatdar be û cudahiyan dixe navbera bajar û deveran lê Yekîtî vê yekê qebol nake û li dijê disekine.
Endama parlemana Kurdistanê Şedî Newzad derbarê helwesta yekîtî li set hukimraniya çewta birêvebirina Herêmê ji PUKMEDIA re got; Zelale ku partî bêyî yekîtî nikare li Herêmê desthilatdar be ji ber ku yekîtî dahênerê bîrî nuh yê hikûmetê ye.
Endamekî parlamentoya Kurdistanê got jî: Damezrandina rêxistin, sandîka, pirsên çaksaziyê û gelek mijarên din ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve di dema borî û niha de hatine çêkirin û hikûmet pê serbilind e û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di hikûmetê de nûjen e, lewra xelk têdigihin ku Yekîtiya Niştimanî xwediyê wê ye.
Li Herêma Kurdistanê eniyek li dijî dîktatorî û newekheviya dabeşkirina dahatên vê hikûmetê hatiye avakirin û alî piştevaniya yekîtî dikin bo rastkirina hukimraniya çewt yê birêvebirinê û xwastin hikûmeta Herêma Kurdistanê xeletiyên xwe yên di warê rêveberiyê de rast bike, ji ber ku ev cudahiya han xeletiyek bi qestî ye di rêveberiyê de û serastkirina xeletiyê jî erkê hêzên siyasî ye, daku hikûmet bê cudahî di xizmeta her kesî de be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19