Sê payên sereke hikûmeta Êraqê li ser pê digre
Êraq 11:05 AM - 2022-11-29
Hikûmeta nû ya Êraqê li ser rêkeftina aliyan ku di xizmetî welatiyan be hatiye damezrandin û aliyên siyasî bi wê pêngavê serokê hikûmetê ji bo cibicihkirina wê sozê ku hikûmet li ser wê pêkhatiye kêfxweşiya xwe nîşandidin.
Serok Bafil tekez li ser rêkeftinên aliyan dike
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di civîna hêz û aliyên siyasî de, bi berdewamî tekez li ser cêbicêkirina wan xalên ku peywendî bi pirsên nîştimanî ve hene ku di bernameya karên hikûmeta nû ya Êraqê de ye bi serokatiya Mihemed Şiyah Sudanî. Her weha cexit li ser pêwîstiya piştgirêdan bi destur ji bo çareseriya kêşe û aloziyan kir.
Destur bibe bi bingeha çareserkirina kêşeyan
Zuhir Becarî emîndarê giştî yê evgera welatê min nîştimane ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragiahnd: Cêbicêkirina rêkeftinên ku hikûmeta nû ya Êraqê li ser hatiye damezrandin û rêzgirtin li destur pêngaveke girînge ji bo peydakirina seqamgîrîsiyasî û pêşkêşkirina xizmetkirin û karên hevbeş di sayeya yasayê ku pêwîstiya me bi cêbiêkirina rêkeftinên pêkanîna hikûmeta Êraqê heye ku di navbera hemû aliyên siyasî de hatibû lihevkirin.
Ji ber ku hikûmeta nû ya Êraqê li ser bingeha rêkeftinên siyasî di navbera aliyên siyasî Êraqê de hatiye damezrandin, pêwîste rêz li wê yekê were girtin ku rêkeftin li ser hatiye kirin û bernameya hikûmetê li ser bê darijtin. Ev gotin ya Zuhir Becarî ye
Hikumetekî cuda
Tê çavrêkirin ku hikûmeta nû ya Êraqê cuda be li hikûmetên din yên berê ku pêngaveke ji bo çareserkirina kêşeyan bavêje.
Parlementerê Êraî dibêje: Hemû aliyên siyasî li ser bingeha rêkeftinên siyasî di navber xwe de lihevkirine û li ser wê yekê hikûmeta nû ya Êraqê pêkanîne.
Destur gerantiya mafê me hemûyane
Çareserî kêşeyan û hevbeşiya rasteqîne di rêvebiriya welat de, fekterekî girînge ji bo seqamgîriya siyasî û ewlehiyê ye.
Di wê barê de, endamê encûmena nûneran li ser lîsteya YNKê Karwan Yarewês ji PUKMEIDA`yê re ragihand: Tekezkirina serok Bafil Celal Talebanî li ser destur bibe bingeha çareserkirina kêşe û aloziyan, di rewangeha jêderan de tê ku destur gerantiya mafên me giştikan e ku weta gerantiya mafên hemû gelên Êraqê ye ku hatiye pejirandin. Bi nerîna me ew kêşeyên mane, ên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê de, wê li riya destur werin çareserkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19