Serok di di Lûtkeya Erebî ya Cezayîrê çendîn hevdîtin pêk anî
Êraq 12:16 AM - 2022-11-02serokkomar
Serokê Komarê Êraqe bi Nûnerê Taybet ê Şahê Behreynê re civiya . Serokê Komarê Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd li bara kûrahiya peywendiyên biratî yên di navbera Êraq û Behrêynê de û pêwîstiya bilindkirina wan li ser asta bilind ku bi awayekî erênî li berjewendiyên hevpar ên her du welatên bira nîşan bide, pêgirî kir. Ev yek di dema pêşwaziya wî de hat, îro Sêşemî li mala wî li paytexta Cezayîrê, bi Şêx Mihemed Bin Mubarek Al Xelîfe, Nûnerê Taybet ê Melayê Şahê Behrêynê Hemed bin Îsa Al Xelîfe, ku basî xebatên Lûtkeya Erebî di rûniştina xwe ya sî û yekemîn de ku li Cezayîrê hat hat kirin. Di hevdîtinê de ku Wezîrên Derve yên Êraq û Behrêynê amide bûn ,hêviya pêşketin û bexteweriya zêdetir ji bo hikûmet û gelê Êraqê xwest. Şêx Mihemed Bin Mubarek avakirina hikûmeta Êraqê bilind nirxand û amaje bi giringiya aramiya Êraqê kir ku rola xwe ya giring di pirsên ereban de bilîze. Nûnerê taybet ê Şahê Behrêynê herwiha li bara berfirehkirina asoyên hevkariyê bi Êraqê re, li warên girêdana elektrîkê, bazirganî û warên din, pêgirî kir û bal kişand ser xwesteka serkirdayetiya Behrêynê ji bo serdana serokê Komar bo Padîşah ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan de. Serok Komar li vê hevdîtinê de spasî û pêzanîna xwe ji bo hestên biratî ji cenabê Şahê Behrêynê re ragihand û bal kişand ser girîngiya peywendiya di navbera rayedarên Komara Êraqê û Şahnişîna Behrêynê. Di civînê de balyozên her du welatan û şandeyên pê re amade bûn. Pêşwaziya Serokkomarê Yemenê dike Rêzdar Serokê Komar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd îro Sêşemê li baregeha xwe ya li paytexta Cezayîrê pêşwaziya serokê Yemenê Dr.Reşad Mihemed Elimî li kêleka karên Lûtkeya Erebî kir di rûniştina xwe ya sî û yekê de, ku li Cezayîrê pêk tê. Serokomar El-Elîmî amaje bi rola sereke û pêşeng a Êraqê li ser asta erebî û navçeyî kir û hêvî xwest ku peywendiyên biratî û hevkariyên hevbeş bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên bilind ên her du welatên bira bike, bihêztir bike. Serok Komar Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd di vê hevdîtinê de helwesta Êraqê li ser piştevaniya ji aramî, yekparçeyiya axa Yemenê û serweriya Yemenê ragihand û tekezî li ser amadebûna Êraqê ji bo hewldana ji bo gihîştina bi çareseriyeke siyasî a aştiyane ji rewşa Yemenê kir ku di xizmeta daxwazên Yemenê de bin û gelê xwe yê bira ji bo pêşketin û bextewariyê. Di civînê de ku Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê amede bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19